Meclîsa Jinan a DEM Partiyê cejna Dayikên Aştiyê pîroz kir

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Amedê serdana Dayikên Aştiyê kir û cejna wan pîroz kir.

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkgolû, Parlamenterên Amedê Adalet Kaya, Sevîlay Çelenk û heyeta pê re di çarçoveya serdanên cejnê de bi Dayikên Aştiyê yên Amedê re li hev civiyan.

Halîde Turkoglû di serdanê de got, "Berpirsyarî hemû ketiye ser milê siyasetê. Em van serdanan ji bo pêvajoyê bi we re nîqaş bikin, nêrînên we hîn bibin, dikin. Ev pêvajo ji bo aştiyê gelekî girîng e. Lê mixabin dewlet ne cihê baweriyê ye, gaveke biçûk jî neavêje. Halbûkî em zanin ku ev yek rastiya dewletê ye. Rastiya me jî têkoşîna me ye. Ji bo civaka demokratîk em her tim têkoşiyan. Em îro têkoşîneke hîn mezin dimeşînin. Divê em hîn bêhtir bixebitin, xwe bi rêxistin bikin. Mesele ev e. Dema ku rêxistinbûn zêde bû, civaka demokratîk jî pêk tê."

Bi navê Dayikên Aştiyê jî berdevk Havva Kiran axivî û got, "Em çawa baweriya xwe bi dewletê bînin? Em ji xwe bawer bikin. Dema ku me ji xwe bawer kir, em ê hingî azadiyê pêk bînin. Ev yek pêvajoyeke ji rêzê nîne. Ev êdî dawî ye. Eger em vê firsendê ji dest bidin em ê sed saleke din li paş bikevin. Her kesên li vî welatî divê bikevin binê bar, divê destê Serok (Rêber Apo) bê xurtkirin. Em bi ruhê seferberiyê ji her tiştî re amade ne. Canekî me heye, bila ew jî ji aştiyê re feda be. Ji bo me ne cejn, lê kar divê. Divê em bi seferberiyê bixebitin. Bi vê seferberiyê pêvajo xera nabe, wê bi ser bikeve."