ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîş bire ser gundên Minbicê
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser gundên Ewn Dadat û El Masî yên dikevin bakurê Minbicê. -
PYD: Dewleta Tirk li gel sûcên dike, hewl dide rastiyan berovajî bike
Meclîsa Giştî ya PYD’ê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da ku goristana li Efrînê texrîb kir, destnîşan kir ku deqek din a reş li dîroka dewleta Tirk hate zêdekirin. -
Berdevkê YPG’ê Mehmûd: Gorên 71 sivîl û şervanan in
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ên îdîayên dewleta Tirk a ‘Gora komî’ derewand, diyar kir ku cenazeyên hatine derxistin ên şervan û sivîlên di berxwedana Efrînê de şehîd bûne ne. Mehmûd destnîşan kir ku 71 cenaze li wê deverê hatine veşartin. -
Meclîsa Malbatên Şehîdan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên qirêj dan
Meclîsên Malbatên Şehîdan ên Cizîr, Efrîn û Helebê nerazîbûn nîşanî nûçeyên derew ên dewleta Tirk da û got: “Dewleta Tirk a dagirker carekî din bê rêzî li hember goristan û şehîdên me kirin.” -
YPG'ê îdîayên Tirkiye ku şervanên wan êrîş pêk anîne derewand
YPG’ê îdîayên dewleta Tirk ku şervanên YPG`ê ji Til Rifetê êrîş birine ser baregehên wan, derewand. -
Dagirkeran bombe li Til Rifet û gundên Girê Spî barandin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek, bombe li Til Rifet û gundên Erîda û Zenûbya yên Girê Spî barand. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Şera û Şêrawayê barand
Dewlet Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li gundên Meranez û Alqemiye yên navçeya Şera, gundên Aqîbe û Bênê yên navçeya Şêrawa yên Efrînê û gundê Dêr Cemal ê Şehbayê barand. -
Cenazeyê Şehîd Xedban li Tebqayê veşartin
Cenazeyê Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Xedban, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeymana civakî ji nû ve bê amadekirin
Ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeymana civakî ji nû ve bê sererastkirin, komîteyek ji 30 kesî hate avakirin. -
Dagirkeran êrişî gundên Minbîcê kirin: 5 dagirker mirin
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên li bakurê rojhilat û bakurê rojava yên Minbîcê kirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê li dagirkeran da û 5 dagirker hatin kuştin. -
HRE: 9 dagirker hatin kuştin, 3 jê leşker in
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên dagirkirî li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk çalakî kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de 9 dagirker hatine kuştin ku 3 ji wan leşker in. -
Şehîd li Minbicê bi merasîmekê spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Mûs û Mehmûd Xelîfe li Goristana Şehîdan bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
QSD: 10 çete li Dêra Zorê hatine girtin
QSD’ê ragihand ku di çarçoveya pêngava ewlehiyê de bi hevkariya Hêzên Esmanî ya Koalîsyona Navneteweyî li gundewarên rojavayê Dêra Zorê dest bi operasyonekê kir. QSD’ê anî ziman ku 10 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin. -
Li Hesekê û Til Temirê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li Hesekê û Til Temirê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. Di bîranînan de peyama ‘Em ê li ser rêya şehîdan bimeşin’ hate dayîn. -
Dewleta Tirk li Şerayê bi dehan xaniyên gundiyan xera kir
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li navçeya Şera ya Efrînê 25 xaniyên gundiyan xera kirin. -
Cîhan Xidro: Em ê qanûnên jinê çêbikin
Seroka Desteya jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro anî ziman ku li herêmên wan jî tundî li jinê tê kirin û destnîşan kir ku wê li dijî vê yekê qanûnên jinê çêbikin. -
Li Efrînê di teqînê de 3 çete mirin
Hate diyarkirin li Efrînê di teqînekê de 3 çete mirin. -
Rêveberê berê yê PDK'ê hişyarî da PDK'ê
Ji rêveberên berê yên PDK'ê Îsmaîl Alî Îsmaîl ku sala 2019'an bi rêyên qaçax derbasî Rojava bû, diyar kir ku eger dagirkeriya Tirk temam bibe wê statuya Başûr nemîne. -
Li Minbîc û Tebqayê şehîd hatin veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbîcê Mehmûd Mihemed El Hisên li Goristana Minbîcê û şehîdê Hêzên Xweparastinê Mihemed El Hisên jî li goristana Tebqayê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku endamê wan ê bi navê Mehmûf El Hisên li ser peywira xwe şehîd bûye. -
Yekîneyên Antî Teror ên QSD’ê sê çeteyên DAÎŞ’ê girtin
Yekîneyên Antî Teror ên QSD’ê diyar kirin wan li Şedadê sê çeteyên DAÎŞ’ê girtine. -
Xelkê Minbicê: Bi yekîtiyê em ê dagirkeriyê têk bibin
Xelkê Minbicê, li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan. Girseyê peyamên yekîtiyê dan. -
Li Til Rifetê di êrişa artêşa Tirk a dagirker de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn
SÎHA’yeke artêşa Tirk a dagirker vê êvarê li Til Rifetê da. Di êrişê de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe yê şehîd eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Şehba û Şerayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker, tevî çeteyên xwe bombardûmaneke giran li gundên Şera û Şehbayê dike.