MLKP Kurdistan: Şoreşa Rojava rêya xwe didomîne
Rêxistina MLKP Kurdistanê di salvegera wê ya 9’emîn de Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku şoreş li ser rêya xwe dimeşe.
Rêxistina MLKP Kurdistanê di salvegera wê ya 9’emîn de Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir ku şoreş li ser rêya xwe dimeşe.
Rêxistina MLKP Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Şoreşa Rojava kete nav dîroka sedsala 21’emîn. Ji bo gelê Kurd û gelên Kurdistanê deriyê azadiyê vebû. Di nava çole de biharek li Rojhilata Navîn belav bû.
Şoreşa ma DAÎŞ a ku dewleta Tirk a faşîst piştgirî dida wê têk bir û ne bi tenê ya gelên Rojava, sempatiya gelên herêmê jî stend.
Şoreşa Rojava di sala xwe ya 9’emîn de ji qonaxeke dîrokî derbas dibe. Di van şertan de divê yekîtiya stratejîk a gelan were kûrkirin, yekîtiya siyasî ya demokratîk a neteweya Kurd were pêkanîn, bi komun û meclîsan gel tevlî nav rêveberiyê bibe.
Şoreşa Rojava wê li hemberî teşeyên hebûnî yên emperyalîzma kapîtalîst têbikoşe û rêya xwe bidomîne.
Em komunîst em ê li her qadê ji bo Rojava bijîn û ji bo wê şer bikin. Ev tişt tê wateya girêdanbûna şehîd, gazî û gelên me.”