ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gedo: Pêwîstiya me herî zêde bi yekîtiya Kurdan heye
Salih Gedo: Ked û hewldanên me divê ji bo têkbirina armancên dewleta Tirk a faşîst be. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me niha bi yekîtiya Kurd heye. -
Li Dêrikê ji bo 2 şehîdan merasîm hate kirin
Şehîd Rêzan Hesen û Mihemed Ehmed Alî bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin. -
Mihemed Xelîl Elî li Şehba jiyana xwe ji dest da
Kedkar û welatparêzê Tevgera Azadiya Kurd Mihemed Xelîl Elî, ji ber nexweşiya kezebê li Şehbayê jiyana xwe ji des da. -
Çeteyan êrîş bire ser gundê Cat ê Minbicê
Meclîsa Leşkerî ya Mibicê ragihand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bire ser gundê Çat ê Minbicê. -
Dewleta Tirk bombe li 2 gundên Zirganê barand
Dewleta Tirk a dagirker, bombe li gundên li bakurê navçeya Zirganê barand, ku ser bi Kantona Hesekê ve ye. -
Komxebata KNK-Rojava: Divê şerê Kurd bi Kurd bê heramkirin
Komxebata KNK-Rojava ya li Qamişlo hate lidarxistin bi banga helwesteke xurt li dijî dagirkeriyê û heramkirina şerê navxweyî bi dawî bû. -
Dewleta Tirk a dagirker carekî din Girê Spî bombe kir
Artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên xwe re carekî din êrîş bire ser gundên dikevin rojavayê Girê Spî. -
‘Divê her cûre nakokiyên ku zirarê bide gelê Kurd, bidin aliyekê’
Di axaftinên beşa duyemîn a komxebata yekîtiya netewî ya KNK-Rojava lidar xist de, daxwaz hate kirin ku ji her cûre nakokiyên ku zirarê bide gelê Kurd, divê bidin aliyekê. -
Karamûs: Ji derveyî yekîtiyê ti vebijêrkek din li pêşiya me nîne
Hevserokê KNK`ê Karamûsdestnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker Kurdistanê bi xetereyê re rû bi rû ye û bal kişand ser stratejiyeke hevbeş a kurdan û got: “Ji derveyî yekîtiyê ti vebijêrkeke me ya din tine.” -
Komxebata 'Bi yekîtiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin'
Komxebata yekîtiya neteweyî ya KNK-Rojava, ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê lidarxistin, dest pê kir. Endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Ekrem Hiso got, "Dewleta Tirk dixwaze me qir bike." -
Cenazeyê şehîdê HRE’yê Dilşêr spartin axê
Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîdê HRE’yê Ferhad Nasan (Dilşêr Efrîn) li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê bi merasîmekê spartin axê. -
QSD: Di 6 mehan de 245 çete hatin girtin, zêdetirî 50 çete jî hatine kuştin
QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên 6 mehên 2021’ê yên operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye eşkere kir. QSD’ê ragihan ku 245 çete hatine girtin, zêdetirî 50 çete jî hatine kuştin. -
QSD: Tirkiye jiyana bi milyonan mirovî dixe xeteriyê
Navenda Çavdêriya Leşkerî ya QSD’ê, encamên operasyonên leşkerî yên li dijî hucreyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. QSD'ê ragihand ku xeteriya li ser jiyana bi milyonan zêdetir bûye. -
Nasnameya şervaneke HRE'yê hate eşkerekirin
NRE’yê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Dilşêr Efrîn ê li Efrînê li ser erka xwe bû 5’ê Tîrmehê şehîd bûbû, eşkere kir. -
Îlham Ehmed: Divê Kurd destûrê nede dagirkeriya dewleta Tirk
Endama Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed destnîşan kir ku divê Kurdekî bi tenê jî destûrê nede êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. -
'Min bi YPJ'ê xwe nas kir'
Şervanên YPJ’ê Berfîn Efrîn û Evîndar Efrîn ku ji Efrînê ne, behsa tevlêbûna xwe ya li nav YPJ'ê, perwerdehiya li nav YPJ'ê, têkiliya hevrêtiyê kirin û bang li jinan kirin tevlî nav YPJ'ê bibin. -
Dagirkeran êrîş bire ser Girê Spî
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser jîngehên sivîlan ên dikevin bejahiya rojavayê Girê spî. -
Di êrişa artêşa Tirk de xaniyên li gundê Wehşiye rûxiyan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dema êrişî gundê Wehşiye ya Şehbayê kirin, gelek xanî rûxiyan û dîwarê wan derizî. -
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk li Viyanayê nûnertî vekir
Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye nûnertî vekir. -
HRE: 6 mehan 31 leşker, 2 sîxur, 79 çete bi giştî 112 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê bîlançoya 6 mehên îsal eşkere kir. HRE ragihand ku di nava 6 mehan de 31 leşker, 2 sîxurên MÎT'ê û 79 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
'Bi petrola Kurdan li dijî Kurdan şer dikin'
Ekonomîst Ehmed Pelda diyar kir, desthilatdariya Erdogan ji bo fînansekirina şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, Başûrê Kurdistanê weke qadeke girîng bi kar tîne û bal kişand ser petrola Kurdan. -
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Zirganê sivîlek birîndar kirin
Li Zirganê di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de sivîlek birîndar bû. -
QSD: Li Girê Spî 8 çete hatine kuştin
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku wan li bejahiya Girê Spî û Eyn Îsayê 8 çete kuştine. -
Dewleta Tirk bi droneyan êrişî Til Rifetê kir
Dewleta Tirk a dagirker bi droneyan êrişî Til Rifeta bi ser Şehbayê kir. -
Rêveberiya Xweser: Divê Deriyê Sînor ê Til Koçerê bê vekirin
Rêveberiya Xweser diyar kir ku Deriyê Sînor ê Til Koçerê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyê jiyanê ye û got, "Em bang dikin ku Deriyê Sînor ê Til Koçerê bê vekirin."