ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îxanet û êrişên dagirker hatin protestokirin
Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Başûrê Kurdistanê û Rojava, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. -
Rêveberiya Xweser: Êrişa li Konyayê sûcekî qirkirinê ye
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişa li dijî malbateke Kurd a li Konyayê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ev êriş sûcekî qirkirinê ye. -
Dewleta Tirk dîsa êrişî Minbîcê kir
Dewleta Tirk a dagirker bi topan li gundekî bakurê Minbîcê da. -
HAT’ê li Dêrazorê 4 çeteyên DAÎŞ’ê destgîr kir
Hate ragihandin ku li Dêrazorê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Taybet (HAT) di operasyonekê de 4 çeteyên DAÎŞ’ê destgîr kirine. -
Qamişloyiyan dewleta Tirk û PDK şermezar kirin
Li Qamişlo êrîşên Tirk û hevkariya PDK'ê bi meşekê hate şermezarkirin. -
Civîna salane ya QSD’ê dest pê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo civîna xwe ya salane hemû meclîsên xwe yên leşkerî anî ba hev. -
PYD: Li dijî qetlîama li Konyayê em ê berxwedanê geştir bikin
PYD’ê qetlîama nijadperest a li Konyayê şermezar kir û got “Em ê li hemberî qetlîamê berxwedanê geştir bikin.” -
Sivîlên li Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin, ketine grevê
Sivîlên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê esîr hatine girtin, dest bi grevê kirine. -
MSD: Guherîna demografîk a li Derayê sûcê şer e
MSD a bi tundiya hikûmeta Şamê ya li ser sivîlan şermezar kir got: “Demgrafiya beşeke mezin a Sûriyeyê, ji aliyê dewletên herêmî ve tê guherîn. Divê gelê Derayê warên xwe neterikînin.” -
Li Kobanê SÎHA’ya Tirk bombe li sivîlan barand
Li gundê Qumçî ya dikeve ser rêya Kobanê-Helebê SÎHA’ya Tirk bombe li wesayîta sivîlan barand. -
Dewleta Tirk û çeteyên wan li Efrînê 5 sivîl revandin
Diyar bû ku îstîxbarata Tirk û çeteyên wan li Efrînê 5 sivîl revandine. -
Li Hesekê mihrîcana govendê
Bi dirûşma "Her govendek çîrokek û her çîrokek dîrokek e" mihrîcana 5'an a govendê ya Şehîd Ronahî Bawer li Hesekê bi meşeke girseyî dest pê kir, ku mihrîcan ji sala 2019'an ve ji ber êrîşan nehatibû lidarxistin. -
Malbatên şehîdan: Cenazeyên şehîdên me li ku ne?
Malbatên Şehîdan ên Efrînê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a li ser Şehîdgeha Efrînê dan û xwestin ku zanibin bê cenazeyên şehîdên wan bi ku ve birine. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mezlûm Serhed veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Arî Can (Mezlûm Serhed) yê duh di encama qezaya trafîkê de li Hesekê şehîd bû, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
QSD: Divê çeteyên biryara pêkanînan li ser tên kirin, bên darezandin
QSD a ku pêkanîna li ser çeteyên Ehrar El Şerqiye ya Wezareta Xizîneyê ya DYE’yê gavek erênî nirxand û destnîşan kir ku divê çeteyên ku pêkanîn li ser tên kirin, divê li dadgehê naveneteweyî bên darezandin. -
YPG'ê Mazlûm Serhed ê di qezaya trafîkê de şehîd bû, bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku şervanekî wan li Hesekê di qezaya trafîkê de şehîd bûye û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. -
Dewleta Tirk li Minbic û Şehbayê bombe li sivîlan barand
Dewleta Tirk a dagirker li bakur rojavayê Minbicê top avêt gundekî. Ji ber vê êrişê xisar li gelek malan bû. Gundekî Şehbayê jî bû hedefa topbarana dagirkeran. -
Malbatên şehîdan derewa dewleta Tirk teşhîr kir
Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî derewa 'gora komî' ya dewleta Tirk dan û diyar kirin ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê wan nekarî cenazeyên xwe li şehîdgehê veşêrin, ji neçarî li pişt Nexweşxaneya Avrînê veşartine. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Gundên rizgarkirî yên Babê hatin bombekirin
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên rizgarkirî yên li rojhilatê Babê bombe kiriye. -
Dagirkeran cenazeyên şehîdan bi ku ve birin?
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Fewzî Mistefa pirsî ku cenazeyên şehîdan ên ji aliyê dewleta Tirk ve ji Efrînê hatine revandin, bi ku ve birine. Mistefa li dijî vî sûcî bang li civaka navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê. -
Balafira Bêmirov li ser Efrîn û Şehbayê geriya
Hate ragihandin, ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Efrîn û Şehbayê geriya -
Zeyt û zeytûnên Efrînê veguheriye talaneke navneteweyî
Çavkaniyên bingehîn ên debarê yên Efrîna dagirkirî, ji ali yê dewleta Tirk ve bi gelek aliyan tê talankirin. Bi taybetî zeytûn û zeyta Efrînê tê dizîn û piştî ku dibin Tirkiyeyê vediguhere talaneke navneteweyî. -
Dagirkeran gundên Şehbayê, Şêx Îsa û Til Rifat topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Mediq, Bêlûniyê yên Şheba û hawîrdora Bendava Şehbayê, gundê Şêx Îsa û Til Rifatê topbaran dike. -
Cenazeyê Şehîd Elî Mehmûd li Tebqayê veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Elî Mihemed Mehmûd (Humsî) li Goristana Şehîdan a Tebqayê bi merasîmekê veşartin. -
Şehîd Viyan Amara hate bîranîn
Mamoste Sadiq Berekat di salvegera 8'an a şehadeta kedkara zimanê Kurdî Şehîd Viyan Amara bi bîr anî.