Li Îranê qedexeya gerandina kûçikan li derve tê berfirehkirin

Li Îranê bi hinceta hîjyen, ewlekarî û pergala cemaweriyê herî kêm li 17 bajaran gerandina kûçikan a li derve hate qedexekirin.

Îsfahan, Kirman û Îlam jî di nav de li gelek bajaran qedexeya gerandina kûçikan hate ragihandin û hate gotin, yên ku li gorî qedexeyê tevnegerin wê bikevin ber pêkanînan.

Li gorî Îslam a li Îranê kûçik 'necis' (pîs) têne dîtin. Qanûn xwedîkirina heywanan yekser qedexe neke jî hin otorîteyên olî û siyasî xwedîkirina heywanan weke 'sembola bi bandora Rojava' dibînin û rexne dikin.

Serdozgerê Hamedanê Abbas Necefî îdîa kir ku gerandina kûçikan gefê li tenduristiya gel û aramiya civakî dixwe.

Bi heman rengî sala 2021'ê jî 75 wekîlan xwedîkirina heywanan weke 'Pirsgirêkeke civakî ya ku xisarê dide civakê' pênase kiribûn.

Li paytext Tehranê, ji sala 2019'an û vir ve biryareke qedexeyê ya bi heman rengî hebe jî ji aliyê bicihanînê ve rewşeke sist heye. Li herêmên dewlemend ên Îranê mirov hîn jî dikarin kûçikan bigerînin.