‘Di goristanan de cenazeyê 73 şehîdan hebû’
Nexweşxaneya Avrînê derbarê goristanên li Efrînê da ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê vekiribûn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di goristanan de cenazeyê 73 şehîdan hebû.
Nexweşxaneya Avrînê derbarê goristanên li Efrînê da ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê vekiribûn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di goristanan de cenazeyê 73 şehîdan hebû.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên goristana şehîdan a li Efrînê xirab kir û kolan. Malperên ser bi dewleta Tirk û çeteyên wê ve goristan wekî goreke komî nîşan da.
Li hemberî vekirina goristanan gel nerazîbûn nîşan da.
Têkildarî mijarê xebatkarên Nexweşxaneya Avrîn sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê goristana şehîdan ku tê de 73 şehîdên di êrişên wan li dijî Efrînê de şehîd bûbûn, rûxandiye.
Bi dehan bijîşk û hemşîreyên Nexweşxaneya Avrîn li qada nexweşxaneyê ya li navçeya Fafînê ya girêdayî Şehbayê kom bûn û daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Mistefa Marko ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Piranî kadroyên Nexweşxaneya Avrînê hina li Şehbayê dixebitin, heman kadroyên ku berê li Nexweşxaneya Avrînê ya li Efrîna dagirkirî dixebîtin şahidên bûyerên şer û êrişên li dijî Efrînê ne.
Her wiha piranî koçberên Efrînê yên li herêmên Şehbayê jî şahidên êrişên dijmin bûn.
Li gorî tiştên me bi bîr xistine, em ji raya giştî re derewên dagirkeriya Tirk ên beriya du rojan ên girêdayî kolandina goristana şehîdan a li rex Nexweşxaneya Avrîn eşkere dikin.
Li ser vê yekê em ji raya giştî re van xalan eşkere dikin;
Di êrişên bêserûber û hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê de gelek sivîl şehîd bûn, di wê demê de Rêveberiya Xweser a Efrînê ew leheng li gorî merasîmên layiqên wan di goristanên taybet bi şehîdan de ku şêniyên wê dizanin, vedişartin.
Li ji ber dijwariya bombebaranê û nêzbûna hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji goristanên şehîdan ên dîtir, bi taybet Goristana Şehîd Avesta Rêveberiya Xweser wê demê neçar ma ku wan şehîdan li naverasta bajêr li nêzî Nexweşxaneya Avrîn veşêrin û tê de 73 şehîd sivîl û zarok hene.
Sûcê ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya vekirina goran kiriye, kiryarekî derexlaqî û dermirovî ye, di heman demê de sûcekî qirêj e. Armanca dagirkeriyê ji vê yekê reşkirina Rêveberiya Xweser e."