Çend wêne ji pîrozbahiya bi coş a 19'ê Tîrmehê ya li Qamişloyê

Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li Qamişloyê pîrozbahiyeke bi heybet hate lidarxistin. Çend wêne ji vê pîrozbahiyê...

Salvegera 9'an a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li çar aliyên cîhanê tê pîrozkirin.

Ev hefteyeke li her devera Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî û çalakî tên lidarxistin. Pîrozbahiya fînalê jî li bajarê Qamişloyê li Stada 12'ê Adarê pêk hat.

Bi beşdariya pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Asûrî û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser pîrozbahiyeke bi coş hate lidarxistin û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Çend wêne ji pîrozbahiya fînalê ya Qamişloyê ku li ber objektîfa ANF'ê ketin...