Cenazeyê şervanê QSD’ê Ednan El Mirî li Tebqayê hate veşartin
Şervanê QSD’ê Ednan El Mirî di 15’ê Tîrmehê de li Eyn Îsayê şehîd bûbû. Cenazeyê wî li Goristana Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin.
Şervanê QSD’ê Ednan El Mirî di 15’ê Tîrmehê de li Eyn Îsayê şehîd bûbû. Cenazeyê wî li Goristana Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, di nav de nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî cenazeyê şervanê QSD'ê Ednan El-Mirî li goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. Ednan El-Mirî di 15'ê Tîrmehê de dema li ser erka xwe bû li navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.
Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqîqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê QSD'ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.
Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endamê meclisê Mihemed Ereb û bi navê meclisên leşkerî, hevserokê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Ebdulqadir El-Xidir sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan û domandina parastina herêmê dan.
Di berdewama merasîmê de, bi navê Meclisa Rêveber a Tebqayê hevserokê meclisê Mezlûm Omer jî got “Di oxira rizgarkirina gel û xaka xwe de me bi hezaran şehîd dan, em radest nabin, em ê li ser soza xwe bin a ku me bi şehîdan re daye. Em nameyekê ji Erdogan ê dîktator re dişînin û jê re dibêjin ku hûn çi bikin em paşve venagerin û heta serkeftinê û têkbirina terorê em ê şehîdan bidin.”
Piştî axaftinan, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Foza El-Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.
Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên "Şehîd namirin" de hate veşartin.