ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meş hate lidarxistin
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwan li Eyn Îsayê daketin qadan û destnîşan kirin ku heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, wê têkoşînê bidomînin. -
Dorpêça hikumeta Şamê hêviya jiyanê ya nexweşên gurçikê dikuje
Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê, navenda şuştina gurçikan ku di hefteyê de 15 nexweşan dihewîne, li ber sekinandinê ye. -
Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li Reqayê çalakiyek hat lidarxistin
Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Reqayê çalakiyek lidar xist û banga azadiya fîzkî ya Abdullah Ocalan kir. -
Nasnameya 3 şehîdên QSD’ê hate eşkerekirin
QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Hol û Eyn Îsayê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Dewleta Tirk hêzên ku kampa Holê diparêzin kir hedef
Balafireke bêmirov a biçek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker, hêzên leşkerî yên ku li Kampa Holê malbatên çeteyên DAÎŞ’ê diparêzin, kir hedef. -
Cenazeyê şehîd Şahîn û Mehmûd bi girseyî hat veşartin
Bi hezaran şeniyên Kobanê cenazeyê Şehîd Xemlîn Şahîn û Bozan Mehmûd ên li ser riya Helebê pêşwazî kirin û bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê veşartin. -
Xelkê Kobanê bi meşekê piştgirî Partiya Çepên Kesk
Li Kobanê ji bo piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk a li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Ghobaşî: Rêveberiya Xweser bersiva herî xurt a ji bo çareseriyê ye
Doktorê Misrî Muxtar Ghobaşî diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi deklarasyona xwe xwedî li yekparebûna xaka Sûriyeyê derdikeve û destnîşan kir ku ji bilî vê yekîtiyê çareserî ji Sûriyeyê re nîne. -
Rûken Ehmed: Jin xwedî li deklarasyonê derdikevin
Ji Kongra Star Rûken Ehmed ragihand ku ji bo pêkhatina deklarasyona Rêveberiya Xweser ew ê bi jinên Sûriyeyî re bicivin. -
Şeniyên Hesekê cenazeyê şehîdên xwe veşart
Cenazeyê du şervanên QSD’ê Ehmed El Mitleq û Sabir Ehmed, li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê hat veşartin. -
Xelkê Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Ferhad Hemed veşartin
Şêniyê Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Endamê Tevgera Ciwanê Şoreşger Ferhad (Ferhad Hemed Mistefa) veşartin. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din jî revand
Dema ku kesê bi navê Ehmed Resûd Gulîn ji Helebê diçû navçeya Raco ya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin. -
Serdana Serokkomarê Îranê Reîsî ya li Şamê destpê kir
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dest bi serdana Şamê ya ji bo 2 rojan kir. -
Pirsgirêkên tenduristiyê yên li Şehbayê zêde dibin
Li 5 kampên li Şehbayê ku koçberên Efrînî lê ne, ji aliyê xizmeta tenduristiyê ya ji bo jin û zarokan zor û zehmetî hene. Ji sedî 82 ê jinan tevî ku nexweş dikevin nikarin biçin doktor. -
'Ji tunebûnê jî em ê berxwedana xwe bidomînin'
Jina Efrînî Hacer Hesen ku niha li kampa Berxwedanê dimîne diyar kir ku dorpêça li ser wan çiqas giran bibe jî, ew ê rê û rêbazên ji bo domandina berxwedana xwe peyda bikin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin. -
Li Şehbayê 1'ê Gulanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê Roja 1’ê Gulanê li Kampa Serdem a li herêma Şehbayê pîroz kirin. -
Fermandariya YPJ’ê şehîd Gulçiya Gabar bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Gulçiya Gabar di salvegera 4’emîn a şehadeta wê de bi bîr anî û got, “Şehîd Gulçiya serpêhatiyê egîdiya jinan e ku Rêber Apo afirandiye.” -
QSD’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê xwe şehîd Mihemed ku dema li ser erka xwe bû şehîd bû, eşkere kir. -
Li Hesekê cenazeyên du şehîdan hate veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîd Mehmûd Muslih û şehîd Bedran El Ebdullah bi merasîmek girseyî hatin veşartin. -
‘Danezana Rêveberiya Xweser ne taktîkî ye, stratejîk e’
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya demokratîk a krîza Sûriyeyê, gelek dixebite û got: ”Ji bo tevahiya Sûriyeyê û jiyana di nav aramiyê de ya gelan em hewil didin." -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş
Li Helebê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
‘Kurdan êdî kefenê mirinê qetandin û zincîra koletiyê şikandin’
Kurd di dîroka xwe de rastî gelek komkujî û qirkirinan hatine. Lê bi saya fikra Abdullah Ocalan azadiya jinê, avakirina civakeke demokratîk û azad, jiyaneke nû dest pê kir. -
Li Şehbayê dorpêç jî berxwedan jî dişide
Koçberên Efrînê yên li Kantona Şehbayê ji ber dorpêç û ambargoya hikûmeta Şamê bi bertek in û dibêjin, “Em ê heta dawî li ber xwe bidin." -
Ciwanên Kobanê li dijî tecrîdê dest bi meşeke dirêj kirin
Ciwanên li herêma Firatê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj kirin ku wê îro tevahiya rojê dewam bike.