Li Şehbayê 1'ê Gulanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê Roja 1’ê Gulanê li Kampa Serdem a li herêma Şehbayê pîroz kirin.
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê Roja 1’ê Gulanê li Kampa Serdem a li herêma Şehbayê pîroz kirin.
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê, bi tevlîbûna hemû endamên sazî û meclîsên Şehbayê 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî pîroz kirin.
Şahî ji bo bîranîna şehîdan, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha hin axaftin ji aliyê endamên sazî û meclîsan ve hatin kirin. Di destpêkê de li ser navê Şeredariya Herêma Şehba Qerîto Mihemed û Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Gulê Cafer axivîn. Di axaftinên hatin kirin de 1'ê Gulanê li Rêber Apo û gerîlayên azadiyê hate pîrozkirin.
Piştre şahî bi stranên şoreşgerî û gerandina govendê domiya.