'Ji tunebûnê jî em ê berxwedana xwe bidomînin'
Jina Efrînî Hacer Hesen ku niha li kampa Berxwedanê dimîne diyar kir ku dorpêça li ser wan çiqas giran bibe jî, ew ê rê û rêbazên ji bo domandina berxwedana xwe peyda bikin.
Jina Efrînî Hacer Hesen ku niha li kampa Berxwedanê dimîne diyar kir ku dorpêça li ser wan çiqas giran bibe jî, ew ê rê û rêbazên ji bo domandina berxwedana xwe peyda bikin.
Ji destpêka koçberkirina xelkê Efrînê ber bi Şehbayê ve, hikumeta Şamê bi riya hacizên xwe yê li ser rêya Ehdas ê li Şehbayê dorpêçeke giran pêk tîne û nahêle hemû derfetên jiyanê yên sereke derbasî herêma Şehbayê bibe. Ji ber wê ji 27'ê Nîsanê û heya niha li seranserî Şehbayê elektrîk bi temamî tuneye.
Hacer Hesen ku jineke Efrînî ye, li kampa Berxwedan dimîne û bi mekanîzmeyeke kevnar nehêle ku çadira wê di tarîtiyê de bimîne.
Hacer di destpêka axaftina xwe diyar kir ku ev 6 sal in li Şehbayê koçber in û wiha got: "Çiqasî dorpêçê li ser me pêk bînin û hemû derfetên jiyanê li ser me qut bikin jî, em ê rê û rêbazên ji bo domandina jiyana xwe peyda bikin. Ji xwe rewşa ku niha em li Şehbayê jiyan dikin, ji ber dorpêç û kêm derfetan me li Efrînê jî jiyan dikir. Lê bi zanebûna ku me ji dayik û dapîrên xwe girtine, em bi derfetên kêm jî em di jiyana xwe de şevên tarî ronî dikin."
Hacer di berdewamiya axaftina xwe wiha got: "Eger gaz, mazot an jî zeyt hebe me bi kar dianî, ji bo em agiran vêxînin û derdora xwe ronî bikin. Ji bo wê jî em niha heman rêbazê bikar tînin, em parçeyeke qumaş ji pempe tînin û weke fitîlan qut dikin û em dixin nav şaşlekî cam ku gaz an mazot an jî zeyt tê de be. Di heman demê de ew agir ji bayê bandor nabe û bandora xwe li ser tendurstiya mirov jî nake. Lê ji ber niha em di çadiran de dijîn, hinekî xeteriya xwe heye lê ger mirov baldar be xeterî derbas dibe."
Di dawiyê de jina Efrînî Hacer Hesen anî ziman ku diwazin bi rêya qutkirina elektirîkê jiyana wan tarî bikin û got: “Lê nizanin em gelê Kurd xwedî gelek alternatîfan in ku em jiyana xwe ronî bikin û berxwedana xwe bidomînin."