Dorpêça hikumeta Şamê hêviya jiyanê ya nexweşên gurçikê dikuje

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê, navenda şuştina gurçikan ku di hefteyê de 15 nexweşan dihewîne, li ber sekinandinê ye.

Ji 18'ê Adara 2018'an ve hêzên hikumeta Şamê bi serkêşiya Tûgaya Çaremîn ambargoyeke giran li ser herêma Şehbayê daniye ku zêdetirî 150 hezar koçber lê dimînin. Qadên jiyanî ji ber dorpêçê zirar dîtine; bandora herî giran jî li karê tenduristiyê kiriye.

Li navçeya Til Rifetê yaŞehbayê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê navendeke tenduristiyê ji bo nexweşên gurçikê ava kiriye. Ew navend nêzî 15 nexweşan di hefteyê de dihewîne. Lê ger rewşa dorpêçê wiha dewam bike rewşa nexweşên gurçikê li ber karesatek cidî ye.

Pêdiviyên navenda nexweşên gurçikê her ku diçe kêm dibe, her wiha rêbendên hikumeta Şamê nahêle ku pêwîstiyên navendê bighêjin wan. Li kêleka wê eger beşek ji dermanên diyalîzê tune be, şuştina gurçikan jî wê çênebe. Her wiha ger diyalîz çênebe asta potasyûmê di xwînê de zêde dibe, ew jî dibe sedem ku dil bisekine.

Mirovên 'bi nexweşiya gurçikê' ketine herî kêm di mehê de hewce ye ku 2 kîsikên xwînê (1 Lître) veguhezînin laşê xwe, da ku tiştê ku di pêvajoya "diyalîzê" de winda kirine telafî bikin. Ji bilî wergirtina derziyên “epoetin” ên ku niha li Şehbayê qut in.

Nexweşê bi navê Yosêf Mihemed yê ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî, diyar kir ku ev 3'ê sal in nexweşiya gurçikê pê re çêbûye û wiha got: “Ji ber kêmbûna madeyên diyalîzê em gelek tengav bûne. Eger em carekê gurçikên xwe neşon bêhna me teng dibe. Her wiha pêwîste em di hefteyê de 2 caran gurçikên xwe bişon lê ji ber dorpêçê em tenê di heftê de carekî dibînin.”

Abdullrehman Mihemed ê ji Efrînê ku niha li gundê Babins ê girêdayî navçeya Ehedas a Şehbayê koçber e, wiha got: “3 sal in nexweşiya gurçikê bi min re heye û ev bûye 8 meh diyalîzê çêdikim. Gelek zehmetiyan dikişînim, di hefteyê de 2 caran gurçikên xwe dişom. Her wiha ji ber derengbûna şuştina gurçikan rewşa min gelek zehmet e. Ew jî ji ber sedama kêmbûna derman. Her wiha ji ber cihê navenda nexweşên gurçikan ji mala min dûr e, zehmetiyên min du qatî bûne. Di hefteyê de du caran ez têm û her carê 150 hezar L.S ji bo erebê didim.”

Hikumeta Şamê bi ambargoya giran a li ser herêma Şehbayê hêviya jiyanê ya nexweşên gurçikê dikuje.