Li Şehbayê dorpêç jî berxwedan jî dişide
Koçberên Efrînê yên li Kantona Şehbayê ji ber dorpêç û ambargoya hikûmeta Şamê bi bertek in û dibêjin, “Em ê heta dawî li ber xwe bidin."
Koçberên Efrînê yên li Kantona Şehbayê ji ber dorpêç û ambargoya hikûmeta Şamê bi bertek in û dibêjin, “Em ê heta dawî li ber xwe bidin."
Dewleta Tirk a dagirker di 18’ê Adara 2018’an de ji ber nekarî li hemberî berxwedana gel pêşve biçe bi balafir û çekên herî giran êrîşê Kantona Efrînê kir û herêm dagir kir. Piştî dagirkirina Kantona Efrînê bi hezaran welatî ji bo parastina rûmeta xwe berê xwe dan herêma Şehbayê û tevî şert û mercên zehmet jî têkoşîna jiyanê didin. Ji aliyek êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê din dorpêç û ambargoya hikûmeta Şamê welatî bêzar kiriye. Welatiyên herêmê diyar kirin ku, armanca wan bi dorpêç û ambargoyê valakirina herêmê ji sivîlan e û gotin ku ew ê heta dawî li ber xwe bidin.
JI BER AMBARGOYÊ ŞEHBA WÊ BÊ CEYRAN BIMÎNE
Hevseroka Desteya Şeredariyan û Rêveberiya Xwecihî a Kantona Şehba û Efrînê Rîhab Çebo ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji ber dorpêça girankirî ya li ser herêma Şehba êdî nikarin ceyranê vekin û wiha got, “Ji ber dorpêça giran ê ku ji aliyê Tugeya Çaremîn ên girêdayî hikumeta Şamê ve li ser herêma Şehba hatiye ferzkirin, seatên vêxistina jeneratoran rojê tenê bûye du seatan. Di encama dorpêç û ambargoya heyê sotemenî niha li herêmê bi temamî qediya ye. Şehba bi giştî wê di tarîtiyê de bimîne. Li kêleka vê, wê di rojên pêş de ger dorpêç bi vê rengî berdewam bike, hemû bîrên avê ên ku bi rêya mazotê avê li ser malan belav dikin, ew ê jî werin sekinandin. Ji vê yekê çandinî jî dê bandor bibe.”
‘SIYASETEKE QIRÊJ LI DIJÎ GELÊ HERÊMÊ XISTINE DEWRÊ’
Çebo anî ziman ku herêma Şehba bi çandiniyên curbecur navdar e û wiha dewam kir, “Li herêmê zeytûn, fistiq û genim têne çandin. Lê piraniya wan zevî û erd bi rêya avdanê berheman didin û mewsimê derdixin. Lê ji ber dorpêça giran desteya çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehba nikare li ser cotkaran sotemanî û dermanê zeviyan wekî semad belav bikin, ta ku zeviyên xwe bi rêya bîrên ku vedane av bidin. Ew jî dibe encam ku siyaseteke birçîbûnê ya qirêj ji aliyê hikumeta Şamê ve di derheqê xelkê ku li Şehbayê dimînin, pêk were.”
Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Basim Osman jî anî ziman ku, bi nezîkbûna mewsima rakirina genim û cihe û hin cureyên tovan û baqilan dorpêç girantir bû û wiha berdewam kir, “Her wiha ji ber makîneyên girêdayî çinînê bi mazotê dixebitin wê rakirinê mewismê berheman zirareke mezin bibîne. Her wiha em nikarin mewisma genim bihêlin ji ber dema hişk dibe çeteyên dewleta Tirk topan davêjin nav zeviyên xelkê û dişewitin. Em dikarin bêjin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hikumeta Şamê heman siyasetê li ser xelkê koçber yên Efrînê û xelkê Şehbayê yên bi xwe Sûriyeyî ne, dimeşîne"
'FIRIN LI BER SEKNÎNÊ YE’
Rêveberiya Komîteya Firinan a girêdayî Desteya Aborî a Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Ehmed da xuyakirin ku ji ber dorpêça giran gel zehmetî dijî û wiha axivî, “Li herêmê 7 firin hene. Rojê 54 hezar pakêtên nan ji bo pêwîstiyên xelkê Efrîn û Şehbayê tên amade kirin. Piştî erdheja 6'ê Sibatê çêkirina nan zêde bû ji bo pêdiviyên mexdûrên erdehjê ku hatine Şehbayê. Lê ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê li ser herêmê firin li ber seknandinê ye, her wiha herêm li ber xeteriya birçîbûnê ye."
BEŞA TENDURISTÎ JÎ ZERAREKE MEZIN DIBÎNE
Nexweşxaneye Avrîn û Til Rifat, du naxweşxaneyên ku ji aliyê Desteya Tenduristî ya Kantona Efrîn û Şehbayê ve hatiye vekirin. Lê, ji ber dorpêçê amûrên pêwîst a her du nexweşxaneyan bi temamî nehatiye temamkirin. Neweşxaneya Til Rifat ya ku li navenda navçeya Til Rifatê ye, her roj ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bombe kirin. Ev yek têr nake bi ser de jî ji aliyê peydakirina derman gelek pirsgirêkan dijî. Nexweşxaneya Avrîn jî ya ku li navçeya Fafînê ye, ji ber nikarin pêdiviyên gel pêşwazî bikin di nava aloziyek mezin de dijî. Ji ber kêmbûna sotemenî hemû jeneratorên ku ceyranê didin nexweşxanyê li ber rewistandinê ne. Her wiha piraniya ambûlans hatine seknandin. Ligel vê jî derman qediyane.
Heyva Sor a Kurd jî, li her kamp û herêmeke Şehbayê navenda xwe avakirî, ji bo pêwîstiyên gel yên tenduristî pêk bînin. Lê ew jî ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê li ser Şehbayê zehmetiyên mezin ji bo peydakirina derman dijîn.
Li gorî Hevserokê Heyva Sor a Kurd a Kantona Efrîn û Şehbayê Dr. Hesen Nebo diyar ku, ji ber kêmbûna sotemenî gelek ambûlans hatine seknandin û got ku, gelek dermanên welatî êdî nayê peydakirin.
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’
Hesen Osman ê ku li kampê dijî wiha qala bandora dorpêçê û zehmetiyên ku dijîn kir, “Ev şeş sal in em koçberî herêma Şehba bûne û di kampa Serdem de têkoşîna jiyanê didin. Ji bo gelê me bêzar bikin , berxwedana gel qels bikin û herêmê bidin valakirin asayîşên Tugaya çaremîn nahêlin mazot derbas be. Li vir jî pêwîstiya herêmê herî zêde bi mazotê heye. Di encama vê dorpêçê de û ji ber nebûna mazotê li kampan û gundên Şehba ceyran tune. Gel di tarîtiyê de maye. Lê belê divê bê zanîn heta Kantona me Efrîn Rizgar bibe dê ev berxwedana me berdewam bike. Divê saziyên navneteweyî jî li hemberî vê bûyerê bê deng nemînin.”