ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cejina Zimanê Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin
Li gelek derên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya 15’ê Gulanê Cejina Zimanê Kurdî, çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin. -
Şehîd Cûdî Egîd û Samî Eles li Hesekê bi meresimeke girseyî hatin veşartin
Şervana YPJ’ê Cûdî Egîd ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû û şehîdê Hêzên Parastina Cewherî Samî Eles Mihemed bi meresimeke girseyî hatin veşartin. -
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
Bi wesîleya Roja Cejna Zimanê Kurdî li Kantona Kobanê bi pêşengiya Xwendekarên Zanîngeha Kobanê pêşbirk bi zimanê Kurdî hate lidar xistin. -
Şervana YPJ'ê Cûdî Egîd di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ'ê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya 11'ê Gulanê bi balafira bêmirov a bombebarkirî kir, şervana wan Cûdî Egîd (Tûgba Karakoç) şehîd bûye. -
'Ji du odeyan bûn bi sedan dibistan'
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim derbarê Roja Cejna Zimanê Kurdî de got, "Bi du odeyan perwerdehî dest pê kir, vaye îro bi sedan dibistan û bi hezaran mamoste û şagirt hene. Bêguman ev mîrateya têkoşîna Rêber Apo a 50’î salî ye.” -
Rîhan Loqo: Dewleta Tirk şirîkê sûcên li dijî jinan e
Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo bal kişand ser qanunên li dijî jinan û tundiya li wan tê kirin û got: “Dewleta Tirk bi vekişîna xwe ji peymana Stenbolê ,helwesta xwe diyar kir ku ew şirîkê sûcên li dijî jinan e.” -
Du kezî û dayikek
Xwişkên wêrek ên Kurdistanê Gulistan û Ronahî di rêwîtiya rabûna li ber dîlgirtin û zextê de tevlî karwanê nemiran bûn. Keziyên ku ji dayika xwe re hiştin, weke mîrateya têkoşînê li dîwarê mala wan hatine daliqandin. -
Şehîd Fuad, bi merasimeke girseyî hat veşartin
Bi sedan kes ji gelê Herêma Firatê, ji bo veşartina cenazeyê şehîd Fuad Xelîl (Fuad Xelîl) ku dewleta Tirk ew bi balafireke biçek a bêmirov ji xwe re kir armanc û bû şehîd, bi meresimeke girseyî hat veşartin. -
QSD: Îddîayên dewleta Tirk ne rast e
QSD’ê têkildarî îdîayên dewleta Tirk a li ser şehîdkirina 5 şervanên wan daxuyaniyek da û got ku ev îddîayên dewleta Tirk ne rast e. -
Li Şehbayê destdirêja ku li 2 zarokan hate şermezarkirin
Jinên Efrînê bi pêşengtiya jinên ciwan û Kongra Star destdirêjiya ku li 2 zarokan hatî kirin, li Şehbayê bi meşekê şermezar kirin. -
Rêveberiya Xweser: Em amade ne ku rola xwe bilîzin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji nû ve tevlîbûna Sûriyeyê di nava Komkara Ereban de erênî dibîne got, "Em amade ne ku ji bo çareseriya siyasî rola xwe bi cih bînin." -
Deriyê Sêmalka careke din bêyî sedem hate girtin
Deriyê Sînor ê Sêmalka ku di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de ye, careke din ji aliyê PDK’ê bêyî sedem hate girtin. -
Dewleta Tirk li Til Temirê kesek qetil kir
Di êrîşa artêşa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser herêma Til Temirê, kesek ji şêniyên herêmê şehîd bû, 4 kes jî birîndar bûn. -
Şêniyên herêma Firatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd daketin qadan
Li Herêm Firatê bi tevlîbûna sedan kesî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitîngek hate lidarxistin. -
'Komkara Erebî divê înîsiyatîfa rêveberiya xweser bibîne'
Cîgirê Hevserokên Meclîsa Rêeber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid bang li Komkara Erebî kir ku Înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li ber çavan bigire. -
Bi deh hezaran kes li Qamişloyê ji bo 14’ê Gulanê bang kirin
Li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgirî dayîna Partiya Çepên Kesk mîtîng hate lidarxistin. -
Li Qamişloyê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan û Çepên Kesk hatin ba hev
Li Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya bi Partiya Çepên Kesk re mîtîngek hat lidarxistin. -
Meclîsa Kongra Star sê jinên têkoşer bi bîr anî
Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî sê jinên têkoşer Şêrîn Elemhûrî, Mizgîn (Gûrbet Aydin) û Leyla Qasim bi bîr anî. -
Şêniyên Efrîn, Şehba û Helebê tecrîd protesto kirin
Şêniyên Efrîn, Şehba û Helebê, bi çalakiyeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Li Şehbayê lehî rabû, gelek mal di bin avê de man
Ji ber barana zêde li Şehbayê lehî rabû, gelek mal û kamp di bin avê de man. -
Li Dêrazorê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dêrazorê meşek li dar xist. -
MSD: Vegera Sûriyeyê bo Yekitiya Ereban divê ji bo çareseriyê bibe firsendek
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku tevlîbûna Sûriyeyê bo Yekîtiya Ereban, divê weke "firsendeke rasteqîn ji bo çareseriya siyasî" were nirxandin. -
Cenazeyê Şehîd Mahmûd Diyab hat veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Diyab bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî hat veşartin. -
Li Reqa û Til Koçerê şehîd hatin veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Bender Mihemed Elî El Mizel ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û Xelef Salih Mihemed El Îbrahîm ku hefteya borî li Reqayê şehîd bûbû, hatin veşartin. -
Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Ziyad El Îbrahîm veşartin
Li Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD’ê Ziyad Ehmed El Îbrahîm ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, hat veşartin.