Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meş hate lidarxistin

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwan li Eyn Îsayê daketin qadan û destnîşan kirin ku heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, wê têkoşînê bidomînin.

Meşê ji Mizgefta Mezin destpê kir û heta Çerxerêya Şehîd Cûdî dewam kir. Di meşa bi dirûşmeya "Ciwanên fedaiyên Rêber Apo ne" hatiye lidarxistin de, bi dehan şêniyên navçeyê û koçberên Girê Spî beşdar bûn.

Di meşê de tecrîd hat şermezarkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin. Meşvanan bênavber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi can û bi xwîn em bi te re ne ey Serok" berz kirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Li Çerxerêya Şehîd Cûdî ya li naverasta navçeyê, endama Yekitiya Jinên Ciwan Firyal Temê axivî û tecrîd şermezar kir.

Firyal anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelên ku xwe li gorî fikrê Abdullah Ocalan bi rêxistin dikin, dike û detnîşan kir ku li hember êrîşan û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê bidomînin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Macid Husam jî bêdengiya rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Abdullah Ocalan, şermezar kir.

Husam anî ziman ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Meş bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û" Bi can û bi xwîn em bi te re ne ey Serok" bi dawî bû.