Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Doktorê Misrî Muxtar Ghobaşî deklerasyona Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand, ku rêveberiyê ev înîsiyatîf ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê beriya çend rojan pêşkêş kir.
Dr. Ghobaşî got, "Înîsiyatîfa ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate destpêkirin, hewldaneke gelekî girîng e ku di demeke welê de hat kirin ku Sûriye têkiliyên xwe yên bi welatên Ereb re nû dike. Her wiha gelek welat jî naxwazin rejîma Sûriyeyê vegere van têkiliyan. Ji ber wê gelek pirs hene ku divê rejîma Sûriyeyê bersiva wan bide. Mînak; mekanîzmaya lihevhatinên siyasî li Sûriyeyê, rewşa vegerandina koçberên Sûriyeyê, berdana kesên ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatine girtin û gelek mijarên din ên têkildarî aloziya Sûriyeyê hewcehî bi bersiva rejîma Sûriyeyê dibînin."
Dr. Ghobaşî diyar kir ku deklarasyona Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş kiriye, ji gelek beşên girîng û serketî pêk tê û wiha dewam kir, "Deklarasyon piştgiriyê dide yekîtiya xaka Sûriyeyê. Her wiha destnîşan dike ku bêyî yekîtiya xaka Sûriyeyê çareserî ji bo aloziya Sûriyeyê nîne. Gelek saziyên ragihandinê yên Erebî sîstema federasyonê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fêhm nekirine û tawanan li ser dikin. Îdîa dikin ku projeyeke ji bo parçekirina xaka Sûriyeyê ye. Lê belê di rastiyê de projeya Rêveberiya Xweser berevajî van îdîayan e."
'DIVÊ VÎNA RÊVEBERIYA XWESER BÊ NASKIRIN'
Ghobaşî anî ziman ku, di projeya Rêveberiya Xweseriyê de wergirtina penaberan û bicihkirina wan li cihên ewle heye û wiha domand, “Ew amade ye ku li gorî derfetên xwe penaberên Sûriyeyê bigire herêmên ewle. Di vir de tê dîtin ku Rêveberiya Xweser di mijara krîza penaberan jî xwedî çareseriyê ye. Em dizanin ku mijara vegerandina penaberan gelek zehmet e û gelek hesas e. Bi taybetî piştî wêraniya li herêmên Sûriyeyê. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê divê civaka navdewletî vîna Rêveberiya Xweser nas bike. Ji bo krîza Sûriyeyê jî zû were çareserkirin.”
'JI BO ÇARESERIYA ALOZIYA LI SÛRIYEYÊ RÊVEBERIYA XWESER BERSIV E'
Ghobaşî diyar kir ku, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê Rêveberiya Xweser bersiv e wiha pêde çû, "Divê ezmûna sîstema demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke sernavek ji bo jiholê rakirina aloziya siyasî ya ku di nava Sûriyê de heye were destgirtin. Serkeftina Rêveberiya Xweser an jî sîstema rêveberiya herêman bi taybetî di nava 12 salan de, serkeftineke îdarî ya demokratîk bi dest xistiye, heta asteke mezin di warê civakî-siyasî de, bûye sernavek ku tê nîqaşkirin û ji bo çareseriyê tê bikaranîn."
Ghobaşî destnîşan kir ku, dema ku aliyek mafê naskirina ji pêkhateyên Sûriyeyê re napejrîne, wê demê ev alî jî beşeke ji kirîza Sûriyeyê ye û ev tişt got, “Ji ber ku divê pêkhateyên li Sûriyeyê, mafên wan û dîroka wan ji aliyê rêveberiya navendî ya Sûriyê ve were destgirtin. Di qada Sûriyê de, girîng e ku ev pêkhate bên naskirin. Rêveberiya Xweser nêta xwe nîşan da ku bikeve nava hewldanê û çareseriyeke cidî ji aloziya Sûriyeyê re pêk bîne."