Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin.

Bi boneya 1’ê Gulanê li Kantonên Qamişlo û Hesekê, Minbic, Şehba û Dêrazorê pîrozbahî hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Pîrobahiya li Kantona Qamişlo li gundê Mizgeftê yê girêdayî bajarê Tirbesiyê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Kedkaran,  TEV-DEM û saziyên sivîl ên civakî û pankartên “1’ê Gulanê li kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan pîroz be” hatin vekirin. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê bi axaftinan dest pê kir.

Endama Rêveberiya Kongreya Star Hêvî Silêman axivî û 1’ê Gulanê li hemû kedkar û gelan pîroz kir. Hêvî Silêman bal kişand ser ked û têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û xwest ku jin têkoşîna xwe bikin yek. Silêman bal kişand bi ser girîngiya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiyê û got: “Dem dema azadiyê ye, dema tunekirina siyaseta kapîtalîzmê ya ku keda kedkaran tune dike ye.”

Rêveberê Yekîtiya Kedkarên Herêma Cizîrê Şêro Mehemed Şero jî diyar kir ku kedkar stuna Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ne û dikarin civakê hîn zêdetir pêş bixin.

Pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.

HESEKÊ

Li Kantona Hesekê pîrozbahî li Gundê Çolbistanê yê girêdayî Dirbêsiyê bi beşdariya sedan kesan pêk hat. Di pîrozbahiya ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve hat organîzekirin de rêveber û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî amade bûn.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û 1’ê Gulê pîroz kir. Hiso anî ziman ku ev roj di heman demê roja berxwedan û fedakariyê ye û wiha dom kir: “Kedkar di têkoşîna xwe ya cîhanê de bi ser ketin. Kedkar civak bi xwe ne.”

Hevseroka Yekîtiya Kedkaran a Hesekê Heyfa El Elî jî 1’ê Gulanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kedkaran pîroz kir.

Pîrozbahî bi stranên komên muzîkê û govendê bi dawî bû.

ŞEHBA

Pîrozbahî li kampa Penaberan a Serdem bi beşdariya hezaran kesan hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin de, piştî rêzgirtinê li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin guhdarkirin.

Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kontano Efrîn-Şehbayê Gulê Cehfer axivî û 1’ê Gulanê pîroz kir.

Pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.

MINBIC

Pîrozbahî ji aliyê Komîteya Şaredariyan û Yekîtiya Kedkaran a Minbicê ve li Garaca Şaredariyê hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku gelek rêveber û endamên saziyên civakî, partiyên siyasî û şêxên eşîran jî beşdar bûn de, Hevseroka Yekîtiya Kedkaran Asya Elêwî axivî. Elêwî bal kişand ser rola kedkaran a di avakirina pergala neteweya demokratîk de.

Pîrozbahî gerandina govendê bi dawî bû.

DÊRAZOR

Li bajarê Dêrazorê jî pîrozbahî li herêma Sebee Kîlo (Heft Kîlo) ji aliyê Meclîsa Sivîl a Bajêr ve hat birêvebirin. Di pîrozbahiya alên TEV-DEM’ê hatin vekirin de, bi stran û govendê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de her wiha karker ji ber keda wan hatin xelatkirin.