Dewleta Tirk hêzên ku kampa Holê diparêzin kir hedef
Balafireke bêmirov a biçek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker, hêzên leşkerî yên ku li Kampa Holê malbatên çeteyên DAÎŞ’ê diparêzin, kir hedef.
Balafireke bêmirov a biçek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker, hêzên leşkerî yên ku li Kampa Holê malbatên çeteyên DAÎŞ’ê diparêzin, kir hedef.
Li gorî nûçeya ANHA’yê ku xwe dispêre fermandarekî hêzên leşkerî yên Til Hemîsê, artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke ewlekariya hêzên leşkerî ya Kampa Holê ku tê de malbatên çeteyên DAÎŞ′ê heye bombe kir. Nuqteya hatiye bombe kirin li gundê Qeyrewan ê başûrê Til Hemîsê ye.
Rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn tu daxuyanî nedane. Têkildarî êrîşî agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.