Xelkê Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Ferhad Hemed veşartin

Şêniyê Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Endamê Tevgera Ciwanê Şoreşger Ferhad (Ferhad Hemed Mistefa) veşartin.

Bi sedan ji ciwan û gelê herêma Firatê sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ji bo veşartina Endamê Tevgera Ciwanê Şoreşger Ferhad (Ferhad Hemed Mistefa) ê ku dema li ser erka xwe bû şehîd bû, hatin ba hev.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Endamê Tevgera Ciwanê Şoreşger ê Xeta rojavayî Kobanê Hîlal Xalib axivî û diyar kir ku heval Ferhad heta dawiyê berxwedanî û têkoşîneke bê hempa kir û got ku ew ê şopdarê rêya wî bin.

Endama Kongra Star a Herêma Firatê Xwînav Xelîl jî axivî. Xwînav diyar kir ku ew di pêvajoyeke pir hesas de derbas dibin û destnîşan kir ku divê asta xebat û têkoşîna her tim xurttir be.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.