Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş
Li Helebê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Li Helebê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Meşa ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve li rojavayê Taxa Şêxmeqsûd bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li rojhilatê taxê veguherî mîtîngê.
Di çalakiyê de alên Yekîtiya Jinên Ciwan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Jin, jiyan, Azadî ber bi azadiyê ve " hatin hilgirtin.
Di mîtîngê de Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif axivî û diyar kir ku jinan bi dirûşima "Jin, Jiyan, Azadî" wan keda Rêber Abdullah Ocalan nas kirin, xwe bi rêxistin kirin û di qadan de destkeftî bi dest xistin.
Nadiya Yûsif destnîşan kir ku heta azadiya jin û civakê pêk were ew ê di xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têbikoşin.
Mîtîng bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.