Di bombebarana dewleta Tirk de 65 donim zevî şewîtî

Endamê CPT’yê Kameran Osman anî ziman ku di encama bobebarana dewleta Tirk de li nêzî gundê Guherze yê Amediyê 65 donim zevî şewîtî.

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman têkildarî bombebaran û êrîşên îro yên dewleta Tirk ku li aliyekê behsa çareseriya demokratîk bi gelê Kurd re dike û li aliyek din jî rojane li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi hemû hêza xwe bêyî navber êrîşên xwe yên hovane dimeşîne, daxuyaniyek weşand. 

Kameran Osman anî ziman ku îro di saetên piştî nîvro de artêşa Tirk bi rêya topavêj û obûsan derdora gundê Guherzê yê ser bi navçeya Amêdiyê ya  Dihokê topbaran kir. Osman got ku di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de 65 donim zevî şewitî.