QSD’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê xwe şehîd Mihemed ku dema li ser erka xwe bû şehîd bû, eşkere kir.
QSD’ê nasnameya şervanê xwe şehîd Mihemed ku dema li ser erka xwe bû şehîd bû, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî şehadeta şervanê xwe şehîd Mihemed daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hevalê me Mihemed (Teysîr Salih Serhîd) dema ku li ser erka xwe bû, ji aliyê şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê ve li bajaroka El Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê hat şehîdxistin.
Hevrêyê me sala 2017’an piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê ji DAÎŞ’ê, tevlî nava refên hêzên me bû. Hevrêyê me bi cesareteke mezin beşdarî pêngavê bû û di hemû pêngavan de cih girt û berxwedanek mezin raber kir, di şer de tecrûbeyên mezin wergirt û bû yek ji fermandarên hêzên me. Gelek operasyonên leşkerî yên li dijî rêxistina terorîst bi serkeftî bi rêve birin.
Em sersaxiyê ji xwe û hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Di heman demê de em destnîşan dikin ku israra me ya ziwakirina koka terorê û tolhildana hemû şehîdên xwe ji çeteyên DAÎŞ’ê, ziwakirina çavkaniyên wê û hawirdora ku hembêz dike û mayîndekirina aramî û aştiyê li herêmên xwe, zêdetir dibe.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Mihemed
Navê Rast: Teysîr Salih Serhîd
Navê Dayikê: Xelfe
Navê Bav: Salih
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor-1984
Cih û Dîroka Şehadetê: El Bisêra-Rojhilatê Dêrazorê, 27-Nîsan-2023.”