Nasnameya 3 şehîdên QSD’ê hate eşkerekirin

QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Hol û Eyn Îsayê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şehîdan ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD′ê de ev tişt hate gotin:

"Di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Qeyrewan ê bakurê Holê de şervanên me Egab Til Koçer, Ramî Til Hemîs gihiştin asta şehadetê, her wiha di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Fatsê yê rojhilatê Eyn Îsayê de hevrêyê me Xelef El Îbrahîm jî şehîd bû.

Hevrêyê me Bender Til Koçer di nava malbateke kedkar a ji eşîra Şemer de mezin bû. Di demeke zû de anku 2014′an de piştî rizgarkirina herêma Cizîrê ji çeteyên DAÎŞ′ê, tevlî YPG′ê bû. Mîna bi hezaran hevrêyên xwe bersiva banga şêniyên Til Koçer, Til Hemîs, Hol û Til Birakê da ku ji terorê rizgar bikin. Bi lehengî tevlî pêngava rizgarkirina wan herêman bû. Ji bo ku asta xwe ya leşkerî bi pêş bixe, tevlî 3 dewreyên leşkerî û fikrî bû. Tevlî pêngava rizgarkirina Şengal, herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa, Mergede û hwd bû. Di vê dawiyê de tevlî pêngava serdegirtina şaneyên DAÎŞ′ê yên li herêma Holê û Til Hemîsê bû. Di têkbirina baregehên terorê li gundê rojhilatê holê û başûrê Til Hemîsê de roleke girîng û aktîf lîst, bi taybet li gundê Qeyrewanê ku destpêka sûcên DAÎŞ′ê yên li herêmê bû û depoyên wan ên çekan ji bo êrîşa girtîgeha Sîna ya Hesekê hebû.

Hevrê Bender ji bo nirxên şênî û şehîdan wefedar bû, di erkên xwe de dilnizm bû. Şervanekî di oxira parastina şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên wê de dudilî nebû. Ji bo ked, têkoşîn û pisporiya wî ya leşkerî bû fermandarê Lîwa li Holê.

Hevrê me Ramî Til Hemîs sala 2017’an tevlî nava refên hêzên me bû. Ramî Til Hemîs ji malbateke welatparêz e ku piraniya ferdên wê di nava hêzên ewlehî û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûn. Hevrê Ramî erka xwe ya leşkerî bêyî dudilî li piraniya herêmên wekî Hol, Şedadê û yên dîtir yên ku ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin bi cih anî. Herî dawîn beşdarî operasyonên serdegirtina li şaneyên DAÎŞ’ê bûn ku li herêmên Hol û Til Hemîsê, bi taybetli li gundê Qeyrewan hatin lidarxistin. Ev gund bingeha êrîşên terorî yên DAÎŞ’ê yên li dijî herêmê bû, her wiha depoyên çekên wê yên amadekarî yên ji bo êrîşa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê lê hate dîtin.

Hevrê me Xelef Îbrahîm jî di êrîşa bi obusan a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Fatisa yê rojhilatê Eyn Îsayê de şehîd bû. Hevrê Xelef di sala 2020’î de dema ku dewleta Tirk a dagirker terora xwe li ser gelê me û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kir tevlî refên hêzên me bû. Hevrêyê me Xelef di eniyên pêş ên Eyn Îsa û Reqayê de girt.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî şervanên xwe re dixwazin. Em dibêjin wê tiştek li ber tolhildana ji kujer û dijminan nebe asteng. Em ê têkoşîna xwe ya li ser şopa şehîdan berdewam bikin heta ku hêvî û xeyalên wan li welatekî ewle û aştiyane bi cih werin.”

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Igab Til Koçer

Nav û paşnav: Bender El Mizel

Navê dayikê: Şêxa

Navê bav: Mihemed Elî

Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Koçer, 1989

Cih û dîroka şehadetê: Qeyrewan, 5 Gulan 2023

***

 

Nasnav: Ramî Til Hemîs

Nav û paşnav: Ziyad El Îbrahîm

Navê dayikê: Wedha

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Hemîs, 1987

Cih û dîroka şehadetê: Qeyrewan, 5 Gulan 2023

***

 

Nasnav: Bedîh

Nav û paşnav: Xelef El Îbrahîm

Navê dayikê: Sebha

Navê bav: Mihemed Salih

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor, 1996

Cih û dîroka şehadetê: Gundê Fatisa, 4 Gulan 2023