Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî fermandara nemir Gulçiya Gabar bi bîr anî.
YPJ’ê destnîşan kir ku, fermandar Gulçiya Gabar di şoreşa Rojava de bi gelek erkan rabûye û di pêngavên rizgarkirina Til Birak, Şedadê, Til Hemîs, Hol, Çiyayê Kizwanan, Silûk, Eyn Îsa, vekirina korîdora di navbera Girê Spî û Kobanê de, Mebrûka, Serêkaniyê, Cezaa û heta Mekmena Dêrazorê de cihê xwe girtiye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Têkoşîna li hemberî feraseta mêr-dewletê ku çavkaniya faşîzmê ye, bi berxwedana fermandarên wekî Gulçiya tê têkbirin. Hevrê Gulçiya li ser xaka welat bihost bi bihost têkoşîneke bêeman a azadiyê da meşandin. Bi ruhê xwe ye ku gihaştiye sira bêdawîbûnê, bû yek ji afîrenerên jiyana azad.
Hevrê Gulçiya wek jineke Kurd bi armanca ku nasname û hebûna gelan ji dagirkeriyê xilas bike, her kêliya jiyana xwe bi ruhê berxwedana jinan hûnand. Ji bo tevahî jinan jî mîrateyeke berxwedanê ya dîrokî hişt. Xeta jiyana azad di kesayeta hevrê Gulçiya de xwe şênber kiribû. Têkoşîna şoreşgerî ya ku li hemberî artêşên dewletan hate dayîn, fermandar Gulçiya bi fedakariyeke mezin ji bo mafê jiyanê şer kir û ev yek kire navgîna jiyana xwe ye şoreşgerî. Hevrê Gulçiya ji çiyayên Kurdistanê wekî hawariya serdemê ji bo gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji belaya cîhanî ya DAÎŞ’ê biparêze berê xwe da Şoreşa Jinan a Rojava. Fermandar Gulçiya dema ku çeteyên DAÎŞ’ê şûrê xwe ba dikirin û bi ser gelê herêmê de dihatin, bi ruhê wêrekiya jinên Kurd canê xwe kire mertal.
Fermandar Gulçiya di pêngavên rizgarkirina Til Birak, Şedadê, Til Hemîs, Hol, Çiyayê Kizwanan, Silûk, Eyn Îsa, vekirina korîdora di navbera Girê Spî û Kobanê de, Mebrûka, Serêkaniyê, Cezaa û heta Mekmena Dêrazorê cihê xwe di nava berxwedana dîrokî ya Rojava de girt. Di nava berxwedana Şoreşa Rojava da, hem li hemberî zilmê şer kir hem jî wek fermandareke jin şer bi rê ve bir. Gulçiya serpêhatiyê egîdiya jinan e ku Rêber Apo afirandiye.
Li ser vê bingehê em di serî de ji bo malbata hêja a fermandar Gulçiya Gabar û gelê xwe yê ku xwedî nirxên wiha yên pîroz e, sersaxiyê dixwazin. Em wek YPJ’ê minetdarê fermandar Gulçiya Gabar in. Hevrê Gulçiya ji bo pêkanîn û mayîndekirina şoreşê bi ruhekî berz û pîroz têkoşîn kir. Xeta azadiya civaka me ya ku îro şênber bûye û ber bi serkeftineke teqez ve diçe jî bi saya keda fermandarên wekî Gulçiya gihaştiye van rojan. Em ê wek YPJ’ê, wek şervanên fermandar Gulçiya Gabar heta dawî bibin sozdarên pêkanîna armanc û doza wê.”