Rûken Ehmed: Jin xwedî li deklarasyonê derdikevin

Ji Kongra Star Rûken Ehmed ragihand ku ji bo pêkhatina deklarasyona Rêveberiya Xweser ew ê bi jinên Sûriyeyî re bicivin.

Endama Têkilî û Tifaqan a Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed li ser deklerasyona çareseriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.

Rûken Ehmed anî ziman ku deklerasyon gaveke erênî û pêwîst bû, cihê baweriyê bû û got, "Ji bo muxalefeta Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê em weke gaveke cihê baweriyê dinirxînin. Di pêvajoyeke bi vî rengî krîtîk de gaveke bi vî rengî xwedî înîsiyatîf, banga ji bo çareseriyê ya li gelên Sûriyeyê gelekî bi wate û girîng bû. Gavên Rêveberiya Xweser ên ji bo aştî û demokrasiyê heta niha bi îdîaya parçekirina xaka Sûriyeyê hatin sûcdarkirin. Lê belê bi gava ku vê carê avêt, ev hemû sûcdarî pûç kir. Rêveberiya Xweser xwe weke parçeyek ji Sûriyeyê dibîne û ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê alternatîfê ava dike. Dema ku mirov bala xwe bide ser naveroka deklarasyonê wê were dîtin ku yekparebûna xakê ji xwe re dike esas û li ber dagirkeriyê radibe."

Rûken Ehmed anî ziman ku ev yek projeyeke demokratîk e, hemû netewe, ol û mezheban vedihewîne û got, "Em parçeyek ji Rêveberiya Xweser in û weke jin xwedî li vê deklarasyonê derdikevin. Projeyeke xeyalî nîne. Her xaleke wê bi berfirehî tê vegotin û ji bo gavên şênber bêne avêtin zemînê nîqaşê pêşkêş dike. Balê dikişîne ser Sûriyeyeke demokratîk, aborî û parastina hevpar. Her wiha ji bo Sûriyeyiyan hemûyan bangeke. Di hevdîtinên Cenevre û Astanayê de ti encam bi dest neketin, ji ber ku îradeya gelên Sûriyeyê di van hevdîtinan de nehate temsîlkirin. Ji sedî 30 ê Sûriyeyê niha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin, lê belê yên ku îradeya van gelan temsîl dikin tevlî van hevdîtinan nehatin kirin. Eger Rêveberiya Xweser deklarasyoneke bi vî rengî weşand, sedema wê ew e ku destê xwe dirêjî gelên Sûriyeyê dike, alîgirê çareseriyê ye. Gaveke ji tifaqa aştî û demokrasiyê ye ku destwerdana hêzên derve tê de nîne."

Li ser girîngiya deklarasyonê ji bo jinan Rûken Ehmed got, "Li aliyekî ve hevdîtinên Sûriye û welatên Ereb di rojevê de ne, lê belê heta niha rola jinê nehatiye destnîşankirin. Di nava muxalefeta Sûriyeyê de jî rol û rengê jinê nayê dîtin. Dema ku mirov bala xwe didin ser sîstema hikumeta Şamê jinên di nav de ne, li gorî sîstemê ne. Zexta ku beriya sala 2004'an li herêma me hebû, niha heman zext û zilm li wan herêman têne kirin. Lewma mirov nikare bibêje ku hikumet cih dide mafên jinê, hebûna jinê.

Gelek jinên li dijî sîstemê ne bi rengekî veşartî kar dikin, ji ber ku zext li wan tê kirin. Jinên Sûriyeyî bi eşkere nînin ziman jî Şoreşa Rojava, paradîgmaya Rêveberiya Xweser, Peymana Civakî, deklarasyona Rêveberiya Xweser dipejirînin û weke cewhera Şoreşa Sûriyeyê dibînin. Piştî sîstemeke ku mafên jinê li nav nîne û hebûna jinê tê redkirin, sîstemeke bi vî rengî ya ku paradîgmaya azadiya jinê ji xwe re dike esas, hembêz dikin. Mafên xwe di nava destketî û projeyên Rêveberiya Xweser de dibînin. Vê deklarasyonê jî weke gaveke nû dibînin."

Rûken Ehmed bi dewamî got, "Pêngava ku Rêveberiya Xweser da destpêkirin wê dewam bike. Piştî deklarasyonê nehatibe eşkerekirin jî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser wê bi pêşengiya jinan bi jinên pêşeng ên eşîrên li herêmê, rûspî û jinên siyasetmedar re forûman lidar bixin. Dema ku deklarasyon hate weşandin me tenê piştgiriya xwe pêşkêş kir, lê belê ji niha û pê ve em ê yekser tevlî forûman bibin û bi jinên Sûriyeyî re li hev bicivin."