Pirsgirêkên tenduristiyê yên li Şehbayê zêde dibin
Li 5 kampên li Şehbayê ku koçberên Efrînî lê ne, ji aliyê xizmeta tenduristiyê ya ji bo jin û zarokan zor û zehmetî hene. Ji sedî 82 ê jinan tevî ku nexweş dikevin nikarin biçin doktor.
Li 5 kampên li Şehbayê ku koçberên Efrînî lê ne, ji aliyê xizmeta tenduristiyê ya ji bo jin û zarokan zor û zehmetî hene. Ji sedî 82 ê jinan tevî ku nexweş dikevin nikarin biçin doktor.
Piştî ku dewleta Tirk di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn dagir kir, nêzî 300 hezar kes ku nîvê nifûsa bajêr e, neçar man koç bikin. Ji van 157 hezar kes li herêma Şehbayê, zêdeyî 10 hezar kes jî li kampên koçberan neçar man di nava şert û mercên giran de bi cih bibin.
Şehba di navbera bajarên Minbic, Bab, Ezaz, Seman, Cerablûs û Til Rifetê de ye. Ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê birêvebirin û koçberên ji cih û warê xwe bûne ji saziyên navneteweyî kêm alîkariyê dibînin. Herêm û Rêveberiya Xweser bi tena serê xwe têne hiştin. Lewma jî li kampan xizmetên tenduristiyê û aborî kêm dimînin.
AMBARGO, ÊRÎŞ Û ERDHEJ
Kampên Efrîn, Serdem, Şehba, Berxwedan û Vegerê, li gel hin deverên herêma Şehbayê ji aliyê hikumeta Şamê, dewleta Tirk û çeteyên wê ve dorpêçkirî ne. Ji ber ku hikumeta Şamê rêyên ber bi Şehba û herêmên din ên Rêveberiya Xweser kontrol dike û ambargoyê li ser herêmê ferz dike, alîkarî, sotemenî û derman bi zorê digihêjin herêmê. Ev jî dibe sedem ku li kampên koçberan pirsgirêka nebûna dermên rû bide.
Erdheja 6'ê Sibatê her wiha bandor li Şehba û Helebê jî kir. Bi taybetî gelek avahiyên li Helebê yên berî û piştî şer xisareke mezin li wan bû, hilweşiyan. Piştî erdhejê 2 hezar û 205 malbatên Efrînî yên sala 2018'an koçî Helebê kiribûn, neçar man berê xwe bidin kampên li Şehbayê. Rêveberiya Şamê piştî erdhejê jî ambargo ranekir. Destûrê nade ku sotemenî, derman û pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê derbasî herêmê bêne kirin. Li gel vê yekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê 5 sal in bênavber dewam dikin.
JI BO TESPÎTKIRINA PIRSGIRÊKAN ANKET HATE AMADEKIRIN
Kongra Star li 5 kampên koçberan ên li Şehbayê xwe gihand 500 malbatî û anketek amade kir. Di vê anketê de pirsgirêkên tenduristiyê û aboriyê yên jin û zarokan hatin lêkolîn. Piraniya jinên tevlî anketê bûn diyar kirin ku li binê konekî 5 kes û jê zêdetir mirov dimînin.
PIRSGIRÊKÊN ABORIYÊ BANDORÊ LI TENDURISTIYÊ DIKIN
Ji sedî 80 ê jinên hevdîtin bi wan re hate kirin, anîn ziman ku li kampan û derdora wan derfetên kar gelekî kêm in, ev yek jî rewşa aboriyê xerab dike û piraniya jin bi hevserên xwe ve girêdayî ne. Her wiha xizaniya ji ber nebûna derfetên kar bandorê li tenduristiya jinan jî dike.
Ji sedî 82 ê jinan ji ber sedemên madî tevî ku nexweş dikevin jî nikarin biçin doktor. Şert û mercên kampan û ambargoya hikumeta Şamê ji sedemên sereke yên nebaşbûna rewşa tenduristiyê ya li herêmê ye. Herêm havînê gelekî germ e, zivistanê jî gelekî sar e. Ji ber vê jî havînê pêwîstî bi klîmayê, zivistanê jî bi sobeyê heye. Lê belê hêzên tumena 4'an a hikumeta Şamê nahêle ku malzemeyên bingehîn û sotemenî bigihêje herêmê, lewma elektrîk jî qut bûye û pirsgirêkên tenduristiyê girantir dibin.
Nebûna navendên tenduristiyê ji bo şêniyên Şehbayê û koçberan pirsgirêkeke cidî ye. Bi taybetî li herêmê di mijara pisporiya nexweşiyên jin û zarokan de derfet gelekî kêm in. Ji bo xizmeta ducanî û jidayikkirinê, jin neçar dimînin biçin Helebê. Di mijara pirsgirêkên tenduristiyê yên taybet ên jin û zarokan de pêwîstî bi saziyên ku karibin perwerde û tedawiyê bikin heye.
ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ YÊN ASTENGDARAN
Ji bo mirovên ku pêwîstiya xwe ya taybet hene, şert û mercên pêwîst nîne. Ji sedî 10 ê malbatên beşdarî anketê bûne, di nava wan de mirovên astengdar hene. Li Şehbayê pêwîstiyeke lezgîn bi xizmetên tedawî û xwedîkirina zarokên astengdar heye.
JIYANA TAYBET Û HÎJYEN
Jinên beşdarî anketê bûn diyar kirin ku nebûna jiyana taybet (mahremiyet) di jiyana rojane de yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Ji ber ku kon nêzî hev in û zêdeyî 6 kes li binê konekî ye, ev yek zexteke psîkolojîk li jinan dike, her wiha dixe nava depresyonê. Di anketê de bi taybetî qala hîjyenê, paqijiyê nayê kirin lê belê piraniya jinên beşdarî anketê bûn diyar kirin ku hîjyen a nebaş û nebûna mahremiyetê ji bo wan gelekî zehmet e. Li kampan gelek mirov li qadên girtî dimînin, heman tiwalet û cihên xweşuştinê bi kar tînin. Derfetên hîjyenê bi taybetî di dema regl de ji bo jinan gelekî girîng dibe.
Ji ber kêmaniya ava paqij, xwarina ji bo zarokan û nebûna derfetên lîstikê ji bo zarokan, ev rewş zexteke psîkolojîk li jinan dike.
Ji sedî 80 ê jinan dibêjin ku ew nikarin zarokên xwe bi têrkerî xwedî bikin, nikarin pêlîstokan bidin zarokên xwe lewma di bin bandora zexta psîkolojîk a vê yekê de ne.
NE DI ROJEVA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DE YE
Endama Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Menal Mihemed têkildarî anketê got, "Di ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê re zêdeyî 5 sal derbas bûn. Xelkê Efrînê yê ji cih û warê xwe bû, neçar ma li kampên li Şehbayê bi cih bibin. Li gel dagirkerî, êrîş û koçberiyê saziyên navneteweyî şert û mercên jiyanê yên li kampên Şehbayê ji nedîtî ve tên û piştgiriyê nadin. Tenê bi derfetên Rêveberiya Xweser gelê me debara xwe dike."
GAVÊN ŞÊNBER NEHATIN AVÊTIN
Menal bi bîr xist ku beriya niha gelek caran têkildarî jinan anket û lêkolîn hatin kirin û got, "Anketên me ne tenê di asta lêkolînê de dimînin. Ji saziyên jinan û saziyên mafên mirovan ên li Rojhilata Navîn û Ewropayê re têne şandin. Her wiha ji kesayetên naskirî re jî têne ragihandin. Derdekî me nîne ku em encaman bi hêzên navneteweyî re parve bikin, ji ber ku heta niha ji bo xelkê li kampên Şehbayê, ji bo jin û zarokan gaveke şênber neavêtine."
PARASTINA JI NEXWEŞIYAN ZEHMET E
Menal diyar kir ku wan encamên anketê bi 7 zimanan weşandin û li ser encamên bi dest xistin jî got, "Şert û mercên jiyanê yên li kampan, h er wiha ambargoya hikumeta Şamê dike ku rewşa tenduristiyê nebaş bibe. Ji ber ku gelek mirov li heman cihî dimînin, rîsk bilind e ku nexweşiyên şewbê belav bibin. Parastina ji nexweşiyan zehmet e. Nebûna dermên yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Li hemberî nexweşiyên werem, nexweşiyên dil û şekir her wiha gelek nexweşiyên mîna wan derman nîne. Di rewşeke lezgîn de mirov neçar dimînin ku biçin Helebê û derman bi buhayekî bi deh qatî zêdetir bikirin. Rewşa madî ya piraniya şêniyên li kampê jî nîne ku dermên bikirin."
Menal destnîşan kir ku ji ber ambargoya hikumeta Şamê şert û mercên li Şehbayê nebaş dibe û divê civaka navneteweyî êdî cidiyeta wê yekê fêhm bikin ku şert û mercên jiyanê yên bi hezaran mirovî nebaş dibe.