Ciwanên Kobanê li dijî tecrîdê dest bi meşeke dirêj kirin

Ciwanên li herêma Firatê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj kirin ku wê îro tevahiya rojê dewam bike.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan ciwanên ji herêma Firatê li gundê Helincê yê Kobanê li hev civiyan.

Ciwanan bi wêneyên Abdullah Ocalan û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re berê xwe dan gundê Elpelûrê yê li rojavayê Kobanê.

Gundê Elpelûrê cihê destpêkê ye ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, derbasî vî gundî bûbû.

Beriya destpêkirina meşa ji 12 kîlometreyan, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî endamê Ciwanên Şoreşger ê Herêma Firatê Hesen Mistefa daxuyaniyek da.

Hesen Mistefa diyar kir ku bi rêya tecrîdê hwl didin îradeya gel bişikînin û got, "Lê em weke ciwan me rêya têkoşîn û berxwedanê danîne ber xwe. Heta azadiyê em ê li ser fikra Rêber Apo bin. Bi saya fikra Rêber Apo me azadiya xwe nas kir, rêya me ronî bû, azadiya jinê teqez bû, ciwan azad bûn. Ji ber wê jî em ê her tim li qadan bin û li ser rêya azadiyê bin."

Piştî daxuyaniyê meşê destpê kir û ciwanan berê xwe dan gundê Elpelûrê.