ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê nasnameya şehîdekî Ehdasê eşkere kir
YPG'ê diyar kir ku şervanê wan ê ji pêkhateya Ereb Dilşêr Efrîn (Yehya Xidir) li Ehdasê di êrişa dewleta Tirk a 10'ê Hezîranê de şehîd bûye. -
Li Beyrûdê sibe komxebata 'Rojhilata Navîn a demokratîk' destpê dike
Li paytexta Lubnan Beyrûdê wê sibe komxebatek bê lidarxistin û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne nirxandin. -
Ezmûnên dawiya salê ya Zanîngeha Kobanê dest pê kir
Zanîngeha Kobanê dest bi ezmûnên qonaxa dawî ya sala xwendinê kir. -
Kevintirîn pirtûkxaneya Reqayê ji ber xemsariyê li ber girtinê ye
Mihemed Ezo ku li ser karên muzexane û şûnwaran pispor e, bal kişand ser bandor amûrên elektronîk li ser jiyana mirovan û diyar kir ku ev yek sedema sereke ye ku mirovan ji pirtûkxan vedigire. -
Dewleta Tirk bombe li Til Rifetê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li derdora Til Rifetê barand. Liv û tevgera hewayî ya li herêmê dewam dike. -
Dewleta Tirk a dagirker gundên Efrîn û Şehbayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî, gundê Bêlûniye û derdora navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran dikin. -
Şêniyên Şehbayê li dijî hevkariya Rûsyayê ya bi dewleta Tirk re meşiyan
Koçberên Efrînê û niştecihên kantona Şehbayê nerazîbûn nîşanî hevkariya Rûsyayê ya bi dewleta Tirk re dan û gotin ku eger ev siyaset bidome, wê serî li tedbîrên din bidin. -
YPG: 3 şervanên me di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn
YPG’ê, ragihand ku di erîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Ehdasê de, 3 şervan şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne. -
Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku wê çeteyên DAÎŞ’ê bidarizîne
Rêveberiya Xweser, îşaret pê kir ku nedarizandina çeteyên DAÎŞ’ê li dijî zagonên navneteweyî ye û xeteriya li ser herêmê pê zêde dibe û da xuyakirin ku ew ê dest bi darizandina çeteyên DAÎŞ’ê yên biyan bike. -
Li Şehbayê bi balafira biçek a bêmirov êrîşê wesayîtekê hat kirin
Dewleta Tirk a dagirker, li gundê Maratê yê navçeya Ehdas a Şehbayê, bi balafira biçek a bêmirov êrîşê wesayîtekê kir. Hat diyarkirin ku şehîd û birîndar hene. -
Tecrîda Îmraliyê li Kobanê û Dêrezorê hate protestokirin
Şêniyên Kobanê û Dêrazorê biryara qedexeya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din, protesto kirin. -
Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê daxwaza azadiya Ocalan kirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi çalakiyeke kon daxwaza azadiya fazîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Ciwanan bi xwepêşandanekê tecrîd şermezar kirin
Ciwanên Kobanê bi xwepêşandanekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Tecrîda Îmraliyê li Reqayê hat protestokirin
Dirêjkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Reqayê hat protestokirin. -
Li Efrînê 650 darên hinarê hatin birîn
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê bi sedan darên hinarê birî. -
Li Efrînê çar kesên din hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijartinê li herêmên dagirkirî sûcên xwe yên şer zêde kir. Li Efrînê çar kesên din hatin revandin. -
Li Şehbayê 5 gerîlayên şehîd bûn, hatin bîranîn
Li herêma Şehbayê 5 gerîlayên YJA Starê yên şehîd bûn, bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Komeleya El Bayt wê li dijî paşverûtiya DAÎŞ-dewleta Tirk têbikoşe
Komeleya El Beyt dixwaze fikrê Îslama radîkal a ku dewleta Tirk li ser herêmê ferz dike ji holê rake û li gorî cewhera Îslamê aştî û wekheviyê pêk bîne. -
Li herêma Firatê xêr û bêra îsal zêde ye
Ji rêveberiya Depoya Genim a gundê Rovî ya li başûrê Kobanê Ziyad Ebdulah diyar kir ku îsal ji ber barîna zêde ya baranê genim zêde hatiye. -
Dewleta Tirk li Cindirêsê kesek revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kesek revand. -
Riyad Derar: Rêveberiya Xweser ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê çareseriya rasteqîn e
Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar destnîşan kir ku înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê çareseriya rasteqîn e. -
Jinên Ciwan li Helebê li dijî tecrîdê meşiyan
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. -
Şehîd Ebû Leyla li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Feysel Ebû Leyla bi merasîmeke li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate bibîranîn. -
QSD’ê nasnameya şehîdek xwe eşkere kir
QSD`ê ragihand ku şervanê wan yê bi navê Aslan Alkan şehîd bûye got: “Em soza berdewamkirina têkoşînê li hember tevahî êrîşên li dijî herêmê û bidestxistina armancên şehîdan didin.” -
Xelkê Sirînê li dijî tecrîdê meşiya
Şêniyên navçeya Sirînê ya Kobanê bi pêşengiya jinan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.