Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din jî revand

Dema ku kesê bi navê Ehmed Resûd Gulîn ji Helebê diçû navçeya Raco ya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine wergirtin, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ‘Polîsên Leşkerî’ di 15`ê Nîsanê de welatiyê bi navê Ehmed Resûd Gulîn (35) ê ji gundê Çiyê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê revandiye.

Ehmed Resûd Gulîn ji bo ku li bavê xwe yê nexweş binihêre ji Helebê vedigeriya Efrînê û di rê de hat revandin.

Hate zanîn ku dayika Ehmed Gulîn wefat kiriye û piştî ku ew jî hat revandin, niha kes nemaye li bavê wî binihêre.

JI DEMA DAGIRKERIYÊ Û HETA NIHA GELEK KES HATINE REVANDIN

Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin, sûcên weke kuştin, talan, revandin, destavêtin û diziyê didomînin

Dewleta Tirk a ku di sala 2018’an de Efrîn dagir kir, dema ku li herêmê rejîmeke terorê ava kir, sûcên giran ên weke revandin, dizî, destavêtin, Êşkence û îdamê dike.

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan li Efrînê, ji sala 2018’an û vir ve zêdetirî 800 sivîl hatine kuştin, zêdetirî 7500 kes jî hatine revandin. Hin ji wan ji bo fidyeyê hatin berdan û aqûbeta gelek kesên hatine revandin jî ne diyar e.