Serdana Serokkomarê Îranê Reîsî ya li Şamê destpê kir
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dest bi serdana Şamê ya ji bo 2 rojan kir.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dest bi serdana Şamê ya ji bo 2 rojan kir.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya hikumeta Şamê SANA'yê, Reîsî tevî heyeteke ji wezîrên aborî û siyasî serdana Şamê kir.
Tê payin ku Reîsî bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad re hevdîtinê bike û mohra xwe dayne binê 'hin peymanan'.
Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Sûriyeyê Huseyîn Akbarî hefteya derbasbûyî daxuyaniyek da û got, "Ji ber guherînên li herêmê, serdan gelekî girîng e."
Akbarî ragihand ku serdan ne tenê ji bo Şam û Tehranê wê ji bo welatên di hemûyan ên li herêmê kêrhatî be.
Reîsî di demeke welê de serdana Şamê kir ku di navbera Îranê û Erebistana Siûdî de gavên ji bo nermbûna têkiliyan hatin avêtin. Erebistana Siûdî jî têkiliyên xwe yên bi Şamê re asayî dike.
Beşar El Esad piştî destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê cara duyemîn di Gulana 2022'an de serdana Tehranê kiribû.
Serokkomarê herî dawî yê Îranê yê ku serdana Şamê kir, Mahmûd Ahmedînecad bû. Ev serdan jî di Îılona 2010'an de hatibû kirin.