‘Danezana Rêveberiya Xweser ne taktîkî ye, stratejîk e’

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya demokratîk a krîza Sûriyeyê, gelek dixebite û got: ”Ji bo tevahiya Sûriyeyê û jiyana di nav aramiyê de ya gelan em hewil didin."

12 sal in ku krîza siyasî ya li Sûriyeyê çareser nebûye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek caran hewil da ku têkiliyê bi hikûmeta Şamê re deyne.  Ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk, Rêveberiya Xweser, 18 ‘ê Nîsanê jî danezaneke bi 8 xalan ragihand.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer, li ser danezana Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê weşandiye, pirsên me bersivandin.

* Roja ku mêtingeriya Fransî li Sûriyeyê diqede, bi danezana ku we weşand, ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê, armanca we bi danezanê çi bû?

Armanca esas a bi danezanê, çareserkirina krîza Sûriyeyê ye. Pirsgirêkên li Sûriyeyê, em dixwazin bi rêbazên siyasî çareser bikin. Me ji hemû hêzan re gotiye ku em Rêveberiya Xweser, krîza Sûriyeyê dixwazin bi Sûriyeyê re çareser bikin. Jixwe rêgezeke Rêveberiya Xweser ku ya herî giring e, parastina yekitî û tevahiya axa Sûriyeyê ye.  Me gelek caran destnîşan kir ku krîza Sûriyeyê bi rêbazên leşkerî çareser nabe. 

Civînên Astana, Cenevre û hwd. ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê hatin kirin, ji krîza Sûriyeyê re nebûn çareserî. Çimkî di van civînan de vîna gelê Sûriyeyê nîn bû. Her wiha hêzên demokratîk, Rêveberiya Xweser ya jî kesên temsîla Sûriyeyê bikin ne di nav de ne. Yên temsîla dewletan dikin, di vê civînê de tên ba hev. Ev civîn, ji bo berjewendiyên dewletan dihatin kirin. Hatina ba hev a çar dewletan jî wisa ye. Sûriye-Rûsya-Îran-Tirkiye, bi hatina ba hev, nikarin krîza Sûriyeyê çareser bikin. Ji ber ku ev hevdîtina bi çar dewletan, ne ji bo xêra gelên Sûriyeyê, lê ji bo berjewendiyên van dewletan hatiye kirin. Armanca esas a bi van civînên çar hêz li hev dicivin, ne çareserkirin lê birêvebirina krîza Sûriyeyê ye. Civinên wiha ku demên dawîn hatin kirin, ji bo krîza Sûriyeyê yekcar kûr bibe û Sûriye xera bibin hatin kirin.

BI HER HEVDÎTINÊ PARÇEYEK JI DEST ÇÛ

Kengî hevdîtinên Astanayê çêbûbin, parçeyekî Sûriyeyê hatiye dagirkirin, demografî guheriye. Sûcê şer hatiye kirin. Hemû hevdîtinên Astanayê ji bo dijminatiya gelên Sûriyeyê hatin kirin. Krîza Sûriyeyê ne krîza ewlehiyê ye. Krîza Sûriyeyê, krîza siyasî, neteweyî, demokrasî û birêvebirina xwe bi xwe ya gelekî ye. Tirkiye niha xwe çawa nêzî pirsgirêka Kurd dike? Dibêje, ez ê ewlehiya xwe ya neteweyî biparêzim. Îran jî dibêje ku bila şer nekeve nav sînorên min. Sûriye jî ji bo parastina desthilata xwe dikeve van civînan.

*Dikarî danezana çareseriyê xal bi xal bi mînak bikî?

Em Rêveberiya Xweser, parastin tevahiya Sûriyeyê, ji xwe re wek erk û berpirsyarî dibînin û ji wê boneyê israr dikin. Me berpirsyariyek dîrokî ji bo gelên Durzî, Elewî, Sunî, Kurd, Ereb, Suryan û gelên din heye. Em li dijî şer û pevçûnan e ku di nav gelan de bên kirin. Xala me ya duduyan ew e ku Sûriye dev ji feraseta xwe ya navendperestiyê berde. Divê mirov pergaleke îdarî-siyasî ya ne navendparêz lê yeke xwecihî ya demokratîk ava bike.

Xala me ya sisêyan jî, gelek derdor Rêveberiya Xweser tohmetbar dikin, îdia dikin ku daxwaza me perçekirina Sûriyeyê ye. Armanca me, ne parçebûna Sûriyeyê, lê bi yekitiya axa Sûriyeyê, çareserkirina krîza Sûriyeyê ye. Hin derdor jî dibêjin ku ew sîxurên Emerîkayê ne. Bi vî awayî dixwazin Rêveberiya Xweser tohmetbar bikin. Em jî bi israr dibêjin ku destkeftiyên aborî li herêmê bi dest bikevin, yên gelên Sûriyeyê ne. Em dibêjin bila kar bi awayekê adilane li gelên Sûriyeyê bê parkirin. Bila hin gel jê bêpar nemînin. Ev jî rêgezeke me ye. Danezana ku me weşandiye, ne taktîkek e ku me li dijî dewleta Sûriyeyê geşe pê daye. Ji roja pêşîn ta bi niha ji bo tevahiya Sûriyeyê em ketine hewilê û me israr kiriye ku gel bi aramî bijîn.

*Demên dawîn, welatên Ereb jî hevdîtinên xwe bi Sûriyeyê re zêde kirine. Hûn vê çawa dinirxînîn?

Sûriye, bi taybetî piştî erdhejê, ji bo têkiliyên xwe bi welatên Ereb re xurt bike û vegere beriya sala 2011’an, çend hevdîtin kirin, xwest xurt bibe. Em li ne dij in ku Sûriye careke din bikeve nav Yekitiya Ereban. Lê banga me jî li welatên Ereb ew e ku krîza Sûriyeyê, bi gelên Sûriyeyê re li ser axa wê çareser bibe. Helwesta Sûriyeyê ku divê Tirkiye ji nav erdê Sûriyeyê derbikeve, helwesteke rast û di cih de ye. Ger Sûriye, dev ji vê helwesta xwe berde, wê parçeyekî welatê xwe bide welatekî din.

Em piştgirên vê helwesta Sûriyeyê ne ku dixwaze Tirkiye ji nav erdê Sûriyeyê derbikeve. Armanceke din a Rêveberiya Xweser jî ew e ku Tirkiye ji nav erdê Sûriyeyê derbikeve. Sedema kûrbûna krîza Sûriyeyê, Tirkiye ye. Tirkiyeyê, DAÎŞ xist nav erdê Sûriyeyê, bû sedema alozî û tevliheviyê li Sûriyeyê, şoreşa Sûriyeyê ji rê derxist, Sûriye talan û xera kir. Divê her kes vê rastiyê bibîne û bizane. Feraseta dewleta Tirk ew e ku wê gelan çawa ji holê rabike û rû bi rûyê qirkirinê bihêle.

*Rejîma Enqereyê ji bo çi bi Sûriyeyê re hevdîtinan dike?

Beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê dixwaze Sûriye jî bibe navbeynkara hilbijartinê. Ji bo zêdekirina dengên xwe, xwe nêzê Sûriyeyê dike. Hewil dide ku hikum li ser gelê Sûriyeyê yê koçber ê li Tirkiyeyê bike. Bi xurtkirina têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re, dixwaze desthilata xwe jî xurt bike. Eşîrên li vir, divê têkiliyê bi gelê me ye koçber ê Sûriyeyê re deynin û bibêjin ku bila dengên xwe nedin rejîma Erdogan. Çimkî polîtîkaya Erdogan, polîtîkaya şer û rakirina ji holê ya gel û çandan e. Dengan bidin Erdogan wê Erdogan şer îlan bike. Bi van hilbijartinan wê çarenûsa gelan diyar bibe. Bi têkçûyîna AKP-MHP’ê, wê berê krîza Sûriyeyê jî biguhere.