Li Hesekê cenazeyên du şehîdan hate veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîd Mehmûd Muslih û şehîd Bedran El Ebdullah bi merasîmek girseyî hatin veşartin.
Li Hesekê cenazeyên şehîd Mehmûd Muslih û şehîd Bedran El Ebdullah bi merasîmek girseyî hatin veşartin.
Şêniyên bajarê Hesekê, endamên Saziyên Sivîl û Leşkerî beşdarî merasîma veşartina cenazeyên şervanê QSD’ê Mehmûd Muslih û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bedran El Ebdullah ên ku 28’ê Nîsanê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.
Merasîma ku li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê girêdayî Hesekê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatima El Elî axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan. Fatima got: “Şehîdan li hember dijmin li ber xwe da, axa welat parastin û tevlî karwanên nemiran bûn.”
Yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Cizîrê Hec Hesen Bedran jî axivî û destnîşan kir ku tevahî hêzên leşkerî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê heta pêkanîna serkeftin û azadiyê rêya şehîdan dewam bikin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Alan Hesekê jî axivî û got: “Şehîd ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk canê xwe feda dikin. Em soz didin ku em têkoşîna wan bidomînin.”
Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin veşartin.