Cenazeyê şehîd Şahîn û Mehmûd bi girseyî hat veşartin

Bi hezaran şeniyên Kobanê cenazeyê Şehîd Xemlîn Şahîn û Bozan Mehmûd ên li ser riya Helebê pêşwazî kirin û bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê veşartin.

Bi hezaran şênî û saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji veşartina cenazeyê Şehîd Xemlîn Şahîn (Emîra Şahîn) û Bozan Mehmûd (Bozan Mehmûd) ên ku doh bi qezayeke trafîkê li Dêrezorê şehîd bûn, li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê kom bûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axivî. Efendî got: "Şehîd Xemlîn berxwedaniyeke bêhempa kir, di şerê Girê Sipî, Kobanê û Mînbicê de têkoşiya. Em malbatê şehîdan, li hemberî darbesta şehîd soza xwe nû dikin ku em li ser riya wan bimeşin."

Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dijle Doxan jî axivî û wiha got: “Dîsa bajarê Kobanê şahidiyê ji dîrokê re dike. Heval Xemlîn 30 salan bêhempa li ber xwe da. Heval Xemlîn weke kadroyekê pêşeng li hemberî dagirkeriya li Kurdistanê têkoşiya. Em li hemberî dijmin xwedî bertek bin û xwedî li şehîdên xwe derbikevin. “

Li ser navê Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Ekolojiyê a Herêma Firatê Arif Balî diyar kir ku ew her roj şehîdan oxir dikin. Balî got: “Heval Xemlîn ala azadiyê li vir da destê me divê em jî riya wan bişopînin."

Birayê şehîd Xemlîn Celal Şahîn jî got ku divê ew dawî li xiyanetê bînin û got: “Şehîd Xemlîn bi biryardariyekê mezin têkoşiya, Rêber Apo navê Xemlîn lê dike. Şehîd Xemlîn li ku hewcedarî hebûya bêyî teredud berê xwe dida wir. Em malbata şehîd Xemlîn soza şopandina riya wan didin heta azadiyê."

Piştre wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û şehîd bi tilîlî û dirûşmeyan hatin veşartin.