ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li herêma Firatê amadekariya Festîvala Zarokan dewam dike
Mamosteyê Koma Şano yê Zarokan Elî Îsa anî ziman ku, ew ê vê festîvalê diyarî zarokên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bikin û got, “Zarok pêşengên civakê ne. Divê em xwedî li wan û çanda xwe derkevin.” -
QSD'ê spasiya xelkê Dêrazorê û rûspiyên wê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê ragihand ku operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' li gorî plansazî û armancên destnîşankirî dewam dike û ji ber piştgiriya bi hêzên wan re spasiya xelkê Dêrazorê û rûspiyên wê kir. -
Di Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê de 6 şervan bûn şehîd
Di Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê de ku li Dêrazorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û firoşkarên tiryakê hat kirin, 5 jê giredayê Hêzên Demokratîk ên El Şemalê, yek jê girêdayê Hêzên Ewlehiya Navxweyî, bi tevahî şeş şervan bûn şehîd. -
Şêniyên Herêma Firatê şehîdên meha Tebaxê û Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên herêma Firatê Şehîdên meha Tebaxê û Tîrmehê li ser gora wan bi pêxistina findan bi bîr anîn. -
Xelkê Herêma Cizirê şehîdên xwe bi bîr anîn, PDK’ê protesto kirin
Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê gerîlayên şehîd bi bîr anîn û xiyaneta PDK’ê protesto kirin. -
Xelkê Hesekê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
Xelkê Hesekê bi bernameyên cuda şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn. -
Aktîvîstê Siwêdayê bang li gelê Kurd kir: Em bibin yek
Aktîvîstê siyasî yê li parêzgeha Siwêdayê Merwan Hemze got: "Opozîsyona Sûrî binketina xwe di her aliyan de nîşan da. Em bang li her Kurdekî azadîxwaz ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku piştgiriya şoreşa me bikin û em bibin yek." -
Li bejahiya Dêrazorê bi dehan çete û bazirganên narkotîkê hatin girtin
Di operasyona QSD'ê de ya ku li bejahiya Dêrazorê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û bazirganên narkotîkê hate destpêkirin, 3 çeteyên hewl dan êrîş bikin hatin bêbandorkirin û 11 çete, 10 bazirganên narkotîkê hatin girtin. -
'Wê bi ruhê berxwedana gerîla faşîzm û xiyanet têk biçe'
Berdevka Kongra Star a Navçeya Şêranê ya Kobanê Litfiyê Mehmûd Silêman işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re kir û got: "Wê bi ruhê berxwedaniya gerîla faşîzm û xiyanet têk biçe." -
QSD: 3 çeteyên ku êrişî hêzên me kirin, hatin girtin
QSD`ê ragihand ku di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî dewriyeyeke wan de, şervanek û jinek şehîd bûne û hinek welatiyên din birîndar bûne. QSD′ê got, 3 êrişkar hatine girtin. -
Li Kantona Girê Spî tecrîd hat protestokirin
Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kantona Girê Spî meş hat kirin û li ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê daxuyanî hat dayîn. -
Operasyona QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê û bazirganên madeyên hişbir dewam dike
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di operasyonê “Xurtkirina Ewlehiyê” de qadek fireh ji çeteyên DAÎŞ’ê hatiye paqijkirin û ragihand ku 3 çete û du bazirganên madeyên hişbir hatine girtin. -
Li Şerayê êrîşa bi balafira bêmirov a bombebarkirî
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser gundê Merenazê yê li navçeya Şera ya Efrînê. -
Şandeya Kanadayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Şandeyeke Kanadayî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser diyar kir. -
Cenazeyê Şehîd Ebdulwekîl Misto hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulwekîl Misto ku di 26’ê Tebaxê de şehîd bibû, li Til Temirê hat veşartin. -
QSD: Di 2 mehan de 4 çete hatin kuştin, 12 jî hatin girtin
Di operasyonên 2 mehên dawî de yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 çete hatin kuştin, 12 jî hatin girtin. -
Li Dêrazorê banga 'Li dora QSD'ê bicivin'
Meclîsa Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê bang li gelê herêmê kir ku li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bicive, ku li herêmê dest bi operasyona 'Xurtkirina Ewlekariyê' kiriye. -
Ketin û derketina Hesekê, Şedadê û Holê hat girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di çarçoveya operasyona "Xurtkirina Ewlekariyê" de deriyên ketin û derketinê li Hesekê û navçeyên wê yên Şedadê û Holê girtin. -
Li herêma Firatê 50 projeyên xizmetê
Li herêma Firatê bi qasî 50 proje li ser 15 şaredariyan tên belavkirin. Rêyên nû wê bên vekirin û bên qîrkirin û ziftkirin. Her wiha wê projeyên avê bêne amadekirin. -
Li Şehbayê dagirkerî û xiyanet hat protestokirin
Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “Na ji xiyanet û dagirkeriyê re, bijî berxwedana gelan” meşa protestoyî hat lidarxistin. -
QSD’ê li gundewarên Dêrazorê li dijî DAÎŞ’ê operasyon da destpêkirin
QSD`ê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo şopandina şaneyên DAÎŞ’ê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin. -
Li Reqayê serdanên sersaxiyê ji bo malbata Sîham Bozan
Şêniyên Reqayê serdana konê sersaxiyê yê malbata gerîlaya HPG'ê Azadî Stêrk (Sîham Bozan) kirin. -
'Divê em hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo derkevin'
Dayîka Zehîde Elî Eyûb qala dîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û got: "Rêber Apo ye xwedî kesayeteke bi heybet ku canê mirov li hemberî ezameta wî diheje. Lewma jî tevahî dewletên desthilatdar ji wê ezametê ditirsin." -
Cenazeyê Necmedîn Feysel hat veşartin
Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê Necmedîn Feysel Hec Sînan ku bi êrîşa dewleta Tirk hate qetilkirin, li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin. -
5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin
Di êrişa çeteyên Ensar El Tewhîd a Cîhadî de li eniya başûrê Idlibê, 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û zêdetirî 20 leşkerên din birîndar bûn.