Li herêma Firatê amadekariya Festîvala Zarokan dewam dike

Mamosteyê Koma Şano yê Zarokan Elî Îsa anî ziman ku, ew ê vê festîvalê diyarî zarokên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bikin û got, “Zarok pêşengên civakê ne. Divê em xwedî li wan û çanda xwe derkevin.”

Bi piştevaniya Navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Kevana Zêrîn, bi dirûşmeya "Zarok Hêviya Pêşeroja Azad in" wê di 2’ê Îlonê de festîvala zarokan a 6’emîn bê lidarxistin. Tê payîn ku wê du rojan ev festîval dirêj bike û wê dîlan, stran, helbest, şano û wêne di rojeva festîvalê de bin.

Wê Festîval bi meşekê li qada Jina Azad destpê bike û piştre jî wê derbasî Navenda Çand û Hunera Baqî Xido bibe.

‘DIVÊ EM BÊHTIR XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN’

Mamosteyê Koma Şano a Zarokan a Çand û Hunera Baqî Xido Elî Îsa der barê amadekariya Festîvala Zarokan de axivî diyar kir ku, ew vê festîvalê diyarî zarokên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dikin. Îsa da xuyakirin ku, armanca festîvalê kêfxweş kirina zarokan e û wiha got, “Ji bo ku hişyarî û eleqeya zarokan li hemberî çandê jî pêş bikeve, ev xebateke girîng e. Ev festîval bi pêşengiya Hîlala Zêrîn û Çand û Hunera Baqî Xido cara 6’emîne ku dê pêk were. Ev festîfal ji bo navçe û bajarên Herêma Firatê tê amadekirin. Wê ji navçeyên Kobanê û di nava bajêr de Danîngeh û ji desteya Jin û desteya perwerdeyê jî zarok di festîvalê de ji bo pêşkêşiyê amade bin. Wê festîval du rojan dom bike."

’ZAROK PÊŞENGÊ CIVAKÊ YE’

Elî Îsa bernameya ku wê di festîvalê de bê lidar xistin jî wiha rêz kir, "Wê di festîvalê de, muzîk, dîlan, Şano, helbest, stran û wêne bên pêşandan. Gelek berhemên dewlemend wê bên pêşkêşkirin. Hêviya me mezin e. Em bi hêviya sala bê li herêmên dagirkirî festîvala 7’emîn lidar bixin. Em di sala nû de bi rengê nû û bi hunerên nû festîvalê diyariya her zarokekî dikin. Armanca festîvalê kêfxweşî kirina dilê zarokan e. Ji ber ku zarok paşeroja civakê ne û nifşa nû ye ku wê civakê rizgar bike. Ji ber vê divê em jî xwedî li zarokên xwe derkevin.”