Ketin û derketina Hesekê, Şedadê û Holê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di çarçoveya operasyona "Xurtkirina Ewlekariyê" de deriyên ketin û derketinê li Hesekê û navçeyên wê yên Şedadê û Holê girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hevkairya Koalîsyona Navneteweyî di 27’ê Tebaxê de Operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" li eniya rojhilatê çemê Firatê bi taybet li Dêrazorê da destpêkirin.

Bi armanca ewlekariyê û piştgiriya operasyonê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya derketinê li bajarê Hesekê û navçeyên Şedadê û Holê ragihand.

Li gorî çavkaniyên leşkerî hate diyar kirin ku qedexe wê heta bidawîbûna operasyonê bi dawî bibe.