Parêzgeha Siwêdayê ev çend roj in li dijî rejîma Sûriyeyê xwepêşandan lidar dixin. Her wiha li dikan û dezgehên giştî jî grev destpê kirine. Aktîvîstê siyasî Merwan Hemze têkildarî geşedanên dawî yên li Siwêdayê ji ANF’ê re axivî.
Merwan Hemze diyar kir ku ev çalakiyên protestoyî li Siwêdayê ketine hefteya xwe ya duyemîn û got: "Ji hemû pêkhateyan jin, xwendekarên zanîngehê, şêxên eşîran û hemû beşên civakê tevlî bûn. Di van rojên dawî de eşîrên başûr jî, xwişk û birayên me yên Bedewî jî bi me re beşdarî van xwepêşandanan bûn. Ev xwepêşandan piştî bilindbûna kel û pelên petrolê ya ji aliyê rejîmê ve, hatin lidarxistin. Di encamê de hemû nirxên kel û pelan bilind bû, ji ber ku hemwelatî nikarin debara xwe bikin.
Welatiyên ku ji roja ewil daketin qadan bang li vê hikûmetê kirin ku ji biryarên dawîn gav paşde biavêje. Lê rejîma Sûriyeyê her tim ji bo daxwazên gel xwe nebihîstî kiriye û piştî wê jî ev daxwaz veguherîn daxwazên siyasî. Ev gel bi sed salan di nav xizaniyê de dijî, ev rejîm em vegerandin salên 70’ê û heta niha ti pere nakeve xezîneya gel û hemû dahatên petrolê diçûn serayê. Ev yek ji dema Hafêz heta niha berdewam dike."
Merwan diyar kir ku eger vê rejîmê %15 ji bo berjewandiya gelê xwe xerc kiribûya, li gorî welatên Kendavê ew ê bi awayekî hîn baştir bijiyan û got: "Rejîma Sûriyeyê bi israr dixwaze ku em di nav xizaniyê de bijîn û bi xelkê re mîna koleyan tev bigerin. Şoreşa ku di sala 2011'an de destpê kir, niha jî berdewam e. Siwêda di destpêka şoreşê de weke yek ji bajarên herî sereke cihê xwe di nava şoreşê de girt û niha jî em qet na sekinin heta ku em digihijin armanca xwe."
Aktîvîstê siyasî yê Siwêdayê Merwan Hemze di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev xwepêşandan wê berdewam bin heta ku rejîma Sûriyeyê were rûxandin. Duh jî serhildêran berê xwe dan şaxê Partiya Baas û hemû karmendên wê ji wir derxistin û bi temamî girtin. Her wiha hemû şaxên partiyê li hemû gundan girtin, bi wê re Partiya Baas li Suweydayê bi dawî bû.
Dema ku ev rejîm têk biçe û jiyana siyasî vegere weke berê, wê hemû partiyên Baas vegerin û em ê wan wek partiyeke dûrî desthilatdariyê pêşwazî bikin. Em bi xebata demokratîk bawer in, baweriya me bi xebata saziyan heye û em bi azadiya hemûyan bawer in û parêzgeha Siwêdayê naxwaze ji Sûriyê veqete û Siwêdayê beşeke ji xaka Sûriyê ye. Eger rejîma Sûriyeyê jî hilweşe em qebûl nakin ku aliyên siyasî weke opozîsyona Sûriyeyê werin temsîla me bikin. Opozîsyona Sûrî binketina xwe di her aliyan de nîşan da. Her wiha banga me ji bo her azadîxwazeke Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku piştgiriya şoreşa me bikin û em bibin yek."