Li Reqayê serdanên sersaxiyê ji bo malbata Sîham Bozan

Şêniyên Reqayê serdana konê sersaxiyê yê malbata gerîlaya HPG'ê Azadî Stêrk (Sîham Bozan) kirin.

Gerîlaya HPG'ê Sîham Bozan (Azadî Stêrk), 1'ê Tîrmeha 2023'yan di êrişa dewleta Tirk a  dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Endamên meclisên sivîl û leşkerî jî di nav de, şêniyên Reqayê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Azadî Stêrk ku li ber mala wê ya li bajar hatiye vedan.

Di bin kon de endamê Saziya Kar û Barên Olî Elî Salih axivî û got: "Çima rondik dibarin. Xwedayê mezin dibêje şehîd zindî ne û namirin, nabe em li ser şehîdan bigirîn."

Apê şehîd Azadî Stêrk Osman Bozan soz da ku ew ê xeta şehîdan bişopînin û destketiyên wan biparêzin.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.