Di Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê de 6 şervan bûn şehîd

Di Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê de ku li Dêrazorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û firoşkarên tiryakê hat kirin, 5 jê giredayê Hêzên Demokratîk ên El Şemalê, yek jê girêdayê Hêzên Ewlehiya Navxweyî, bi tevahî şeş şervan bûn şehîd.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkera kir ku di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de ya ku QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û sûcdaran li gundewarê Dêrazorê dest pê kiriye, 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk şehîd bûne.

Daxuyaniya ku navendê parve kiriye wiha ye: “Hêzên me, QSD`ê li herêmên rojhilat û bakurê Dêrazorê ji bo tunekirina şaneyên DAÎŞ`ê û qaçaxên narkotîkê, operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` dest pê kir.

Operasyon li ser bangewaziya rûspiyên herêmê û piştî zêdebûna tevgera şaneyên DAÎŞ`ê, qaçaxiyê û binpêkirina mafên welatiyan û ewlehiya giştî dest pê kir. Gelek pêkhateyên hêzên me tev li operasyonê bûn.

Her wiha di operasyonê de, 5 şervanên Hêzên El Şemal a Demokratîk piştî berxwedaneke dîrokî li hember şaneyên rêxistina terorîst, qaçaxan û sûcdaran şehîd bûn.

Em sersaxî ji xwe û ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Di heman demê de israra me ya pêkanîna armancên şehîdan, parastina ewlehiya herêmê û welatiyan, zêde dibe.”

Li gor daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nav û paşnav: Feyad Tirad El Ebdullah

Navê dayîkê: Meryem

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1987`an

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023

 

Nav û paşnav: Mihemed Mahir Helîb

Navê dayîkê: Buseyne

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1996

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-202

 

Nav û paşnav: Mistefa Xalid Xetîb

Navê dayîkê: Xaldiye

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1992

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023

 

Nav û paşnav: Mihemed Omer El Taha

Navê dayîkê: Nahid

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1993

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023

 

Nav û paşnav: Xalid Hemûd Zêno

Navê dayîkê: Rehme

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Idlib 1992

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 29-8-2023

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha ev daxuyanî parve kiriye:

"Endamê me Enes El Rehal 30’ê Tebaxa 2023’yan di operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku li hember çeteyan û kesên ku tevliheviyê çêdikin, hatiye destpêkirin şer derket û di encamê de bû şehîd.

Nasnameya şehîd wiha ye :

Nav û Paşnav: Enes El-Rehal

Navê Bav: Îsa

Navê Dayikê: Şêxe

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Tebqa 21.12.2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 30.08.2023”