Li Kantona Girê Spî tecrîd hat protestokirin

Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kantona Girê Spî meş hat kirin û li ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê daxuyanî hat dayîn.

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dijî tecrîd li Kantona Girê Spî meş li dar xist.

Meş ji ber Mizgefta Mezin dest pê bû û heta bi çerxerêya Şehîd Cûdî dewam kir.

Bi sedan kes meşiyan. Piştî meşê Hevserokê Ciwanên PYD’ê yê Girê Spî Sebrî Nebo, axivî. Sebrî Nebo, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  şermezar kir û banga geşkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Nebo, bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan jî şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku têkildarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi erka xwe rabibin.  

Meş ku bi pêşengtiya ciwanên PYD’ê hat kirin, bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok’’ qediya.

EYN ÎSA

Li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê daxuyanî hat dayîn.

Endama birêveberirina meclisê Nûra El Ehmed daxuyanî da. Bi daxuyaniyê di serî de CPT, bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan a berpêyî sûcên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên wî, hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.