Cenazeyê Necmedîn Feysel hat veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê Necmedîn Feysel Hec Sînan ku bi êrîşa dewleta Tirk hate qetilkirin, li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê ji bo veşartina cenazeyê karmendê Jin TV, Necmedîn Feysel Hec Sînan, li hev civiyan.

Karwanê cenazeyê şehîd ji pêşiya çerxerêya rêya Dirbêsiyê ber bi goristana Şehîd Îsmaîl ve kete rê.

Li goristanê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Amirî axivî û got: “Destkeftiyên gel, bi saya şehîdan hatin bidestxistin. Em ê têkoşîna şehîd Necmedîn temam bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd ji şehîd Hakî Karer ve dest pê kir û heta şehîd Necmedîn berdewam e ku destkeftiyên 19`ê Tîrmehê parast.

Berxwedan soz da ku têkoşînê li ser şopa ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê berdewam bikin.

Endama kanala Jin TV, Loristan Derwêş axivî û got şehîd Feysel tevî şert û mercên dijwar heta dawiyê xebat kiriye.

Loristan sersaxî da malbata şehîd û soz da ku têkoşîna şehîdan li hember hewldanên Tirkiyeyê, berdewam bike.

Kurapê şehîd, Pêşeroj Cewherî jî got ku şehîd Necmedîn di saziyeke sivîl a ragihandinekê de kar dikir lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker dema li ser kar bû, ew kir hedef û şehîd xist.

Pêşeroj Cewherî di dawiyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tevahî peymanên navneteweyî binpê kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi tevahî rêbazan gelê Kurd ê têkoşer qir bike.”

Dûre endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Hena Xalid wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Necmedîn Feysel li goristanê veşart.