Li herêma Firatê 50 projeyên xizmetê
Li herêma Firatê bi qasî 50 proje li ser 15 şaredariyan tên belavkirin. Rêyên nû wê bên vekirin û bên qîrkirin û ziftkirin. Her wiha wê projeyên avê bêne amadekirin.
Li herêma Firatê bi qasî 50 proje li ser 15 şaredariyan tên belavkirin. Rêyên nû wê bên vekirin û bên qîrkirin û ziftkirin. Her wiha wê projeyên avê bêne amadekirin.
Li herêma Firatê bi qasî 50 proje wê bên avakirin. Li gorî daneyên Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê ku, wê ev sal li gorî daxwazê gel be û li gorî ew projeyên ku ji komînê hatinî derxistine.
Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê Fewaz Ehmed têkildarî projeyên 2023’an a ku xizmetî gel dike, got: "Li herêmê ji ber xirabûnê hin beşên rê, dest bi qîrkirin û ziftkirina rêyan hatin kirin, li Kobanê li taxa Şehîd Xebat, Kaniya Kurdan, Botan Xerbî û li Navçeya Şêranê jî dest bi qîrkirina rêyan hatiye kirin û hîna jî berdewam e. Piştî ku Şêran bi dawî bibe wê qîrkirina riyan derbasî navçeyên din jî bibe."
‘WÊ DEST BI QELEZISYONAN Û VEKIRINA RIYÊN NÛ BIBE’
Ehmed got ku wan dest bi amadekirina gelek qelezisyonan jî kirine û got: "Wê bi miqdarê 6 kîlometreyan dest bi amadekirina qelezisyona bibe. Wê dest bi avakirinên riyên nû yê di navbera gundan be ew jî li şaredariya gundê Bilik dest pê bike, ku bi qasî 4 kîlometreyan dirêje. Her wiha li Çelebiyê jî bi qasî 4 kîlometre wê riyên nû vebe.
Li navçeya Qadiriyê jî wê dest bi avakirina peran ji bo barîna baranê a zêde bê kirin. Li gundewarê Girê Spî jî wê dest bi gelek projeyan bê kirin. Ji Eyn Îsa heta Hîşa ku bi qasî 8 kîlometreyan dirêj e wê bi kevirên şikestî bê çêkirin û ew riya wê bê dûzkirin."
‘MEH Û NÎVEKE DIN XEZANA MIŞTENÛR AMADE YE’
Ehmed diyar kir ku hin projeyên avê yên sereke jî hene, gelê me jî di demekî dirêj li bendî van projeyan e û got: Projeya Xezana Miştenûr ku di qonaxa xwe ya duyem de ye. Çavê gel jî li vê projeyê ye, ji ber ku li gelek taxan av nagihije gel. Ji bo wê jî Rêveberiya Avê dest bi projeyên ji bo av bigihije gel kir. tê payîn ku wê heta meh û nîveke din ev xezan bê amadekirin.
Wê li Navçeya Sirînê jî ji 5 gundê ku av nagihijeyê wê dest bi projeyan bê kirin û di demekî nêz de jî amade bin û wê li gorî wê jî 5 gundên nû bi av be. Li Kantona GIrê Spî jî ji gelek gundan re dest bi amadekirina avê bê kirin. Di navbera bajaran û navçeyan jî dest bi şebekeya vekirina avê hatiye kirin."
‘DU PARKÊN DIN WÊ WERE VEKIRIN Û JI BO XWEŞIKIYA BAJAR DEST BI PROJEYAN BÊ KIRIN’
Fewaz Ehmed anî ziman ku şaredariya gel bi awayekî rojane jî kar û xebatê dike û got: "Wê dest bi amadekirina parkan jî were kirin û dest bi amadekirina xizmetê gel û xweşikiya bajêr jî bê kriin. Wê di 2023’ê de dest bi avakirian 2 parkan bê kirin, yek li nêzî Botan Xerbî û yê din jî Şehîd Ebdo. Wê dest bi amadekirina îşixiyan a li ser gundê Minazê û taxa Kobanê ya nû jî bê kirin. Wê dest bi amadekirin û car din çêkirina resîfên di navbera riyan de bê kirin."
LI GORÎ DAXWAZÊN GEL PROJE TÊN AMADEKIRIN’’
Fewaz Ehmed got ku li gorî gel dixaze ew daxazên wan pêk tînin û got: "Projeyên şaredariyê destpêkê di komînan re derbas dibe û li gorî îmkanê jî em didin avakirin, ew projeyên ku ew hildibjêrin tê amadekirin. Piştî şerê Kobanê ku rêjeya xerabiyê zêde bû, li bi qasî hewildanên şaredariyê û xizmetê hin alî baş bû. Lê projeyên 2023’an wê gelekî baş be."
Fewaz Ehemd di dawiyê de got ruxmî ku gelek astengî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser projeyan tê kirin lê ew dîsa jî bi karê xwe radibin û got: "Hin projeyên me ji aliyê dewleta Tirk de hedef dihatin girtin, hin ji wan li Miştenûr û projeyên li ber sînor in. Ew proje bi mehan dimînin, ji bo wê her tim êrîş tê kirin. Eger astengî tune bin wê sala 2023’an xizmetekî gelekî baş be."