QSD'ê spasiya xelkê Dêrazorê û rûspiyên wê kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê ragihand ku operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' li gorî plansazî û armancên destnîşankirî dewam dike û ji ber piştgiriya bi hêzên wan re spasiya xelkê Dêrazorê û rûspiyên wê kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî rêveçûna operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ku li dijî DAIŞ'ê û hin sûcdaran li gundewarê Dêrazorê ragihandibû, parve kirin.

Navendê diyar kir ku operasyon di roja 4'emîn de li gorî plansaziyê û armancên wê dewam dike û ev agahî parve kirin: "Hêzên me spasiya xelkê Dêrazorê û rûspiyên wê dike, ji ber ku ji roja destpêkê ya operasyonê li rex hêzên operasyonê bûn û piştgiriya pêwîst ji wan re pêşkêş kir.

Dema hêzên operasyonê bi pêş diketin, komeke çekdar li bajarokê El Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê êriş dewriyeyeke hêzên me kir û şer derket. Di encamê de şervanekî me û 2 welatî şehîd bûn.

Hêzên me li gel ku ji ber şehadeta welatiyan xemgîn e lê di heman demê de destnîşan dike ku wê bilez lêpirsînekê der barê êrişê de dest pê bike û kesên destê wan tê de heye bigire û cezayê herî giran li wan bibire."