QSD: Di 2 mehan de 4 çete hatin kuştin, 12 jî hatin girtin
Di operasyonên 2 mehên dawî de yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 çete hatin kuştin, 12 jî hatin girtin.
Di operasyonên 2 mehên dawî de yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 çete hatin kuştin, 12 jî hatin girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li bejahiya Dêrazorê û rojhilatê Firatê bi navê 'Xurtkirina Ewlekariyê' dest bi operasyoneke berfireh kiriye, li ser operasyonên 2 mehên dawî agahî da.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di nava 2 mehan de 8 operasyon li dijî DAÎŞ'ê hatin kirin û di encamê de jî 4 çete hatin kuştin ku yek ji wan serçete bû, 12 jî hatin girtin.
Hin operasyonên ku QSD`ê li dar xistine bi vî rengî ne;
* Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) yên girêdayî QSD`ê di 19`ê Tîrmeha 2023`yan de bi piştgiriya Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê yên Başûrê Kurdistanê (CTG) û Koalîsyona Navneteweyî li bajaroka Deşîşe yê Şedadê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê operasyoneke taybet li dar xist. Di encamê de şaneyeke DAIŞ`ê hat bêbandorkirin, 2 çete hatin kuştin û çeteyek hat girtin. Her wiha 2 Çekên AK-47, 2 telefon, debançeyek, bombeyek, 3 carcûrên debançeyan, rextek, çekeke nêçîrê hatin desteserkirin.
* 20`ê Tîrmeha 2023`yan; hêzên QSD`ê bi piştgiriya hêza Komandos û tîmê Dozînê operasyoneke hevbeş li gundê El Mensûra yê girêdayî bajarê Reqa li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê pêk anî. Di encamê de 3 çete hatin girtin û telefonên destan ên bi wan re hatin desteserkirin.
*Di 4`ê Tebaxa 2023`yan de jî hêzên Komandos bi piştgiriya QSD`ê dijî şaneyekî veşartî li Dêrazorê operasyon pêk anî. Di encama operasyonê de çeteyek hate girtin û gelek belge hatin desteserkirin.
*16`ê Tebaxa 2023`yan de, hêzên YAT`ê bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG) li navenda Reqayê li dijî serçeteyekî anku emîrê giştî yê herêma rojhilat yê DAIŞ′ê yê bi navê Îbrahîm El Elî (Ebî Mucahid) operasyonek pêk anî. Di operasyonê de serçete hate kuştin, çekeke AK-47 û 7 cercûr û guleyên wê, 4 telefonên destan, komputerek, alaveke Wi-Fi`yê, belgeyên takekesî hatin desteserkirin.
*Di dîroka 16`ê Tebaxa 2023`yan de, hêzên Komandos yên QSD`ê dijî çeteyekî şaneya veşartî ya DAIŞ`ê operasyonek pêk anî. Di operasyonê de çete hate girtin û çeka kalaşnîkof, 5 jarjor, rext, rextê demançê, 3 telefon û belgeyên kesayetî hatin desteserkirin.
*Di 18`ê Tebaxa 2023`yan de jî hêzên QSD`ê li gundê Ezbe yê girêdayî rojhilatê Dêrazorê dijî çeteyekî operasyon li dar xist. Ev serçete, roleke mezin di vaguhastina teqemeniyan, peydakirina belgeyan ji bo derxistina malbatên DAIŞ`ê ji kampa Holê de dilîst. Gelek belge û qeydên deng pê re hatin girtin ku têkiliya wî bi çeteyên DAIŞ`ê re yên li herêmên Serêkaniyê ya dagirkirî re îsbat dikin. Di operasyonê de çete hate girtin û gelek belge hatin desteserkirin.
*Di 24`ê Tebaxa 2023`yan de şaneyeke DAIŞ`ê ku ji çeteyên DAIŞ`ê re pere kom dikirin ji aliyê hêzên QSD`ê bi operasyoneke taybet hatin girtin.