Cenazeyê Şehîd Ebdulwekîl Misto hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulwekîl Misto ku di 26’ê Tebaxê de şehîd bibû, li Til Temirê hat veşartin.

Şêniyên navçeya Til Temir a kantona Hesekê ji bo veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulwekîl Misto ku di 26'ê Tebaxê de li gundê Exêbiş ê rojavayê navçeyê şehîd bûye, li goristana şehîdan a navçeyê kom bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Mihemed Tahir Yûnis sersaxî da malbata şehîd û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi bîr anî.

Tahir got: "Şehîd Ebdulwekîl li hember dagirkeriya Tirk bi lehengî û wêrekî li ber xwe da."

Piştre, endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeyê Selman Nûhî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Em ê li pişta gelê herêmê bin û em soz didin ku herêmê biparêzin û aramiyê lê pêk bînin."

Kurxalê şehîd, Nasir El Faris jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan û parastina herêmê da.

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Dîcle Emîn wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên "Şehîd namirin" li goristanê hate veşartin.