ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Serdana malbata Şehîd Berxwedan hate kirin
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbata şehîd Şoreş Berxwedan re xwest. -
Til Temir hate bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundekî Til Temirê bi dijwarî bombebaran kir. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din jî revand. -
Li Herêma Firatê dewama xwendinê ya salê destpê kir
Mîna li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêma Firatê jî dewama xwendinê ya salê bi kêfxweşî destpê kir. -
QSD’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
QSD′ê ragihand ku di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şervanê wan Mihemed Raxib El Kurdî (Resûl) şehîd bûye. -
Li Minbicê meşa piştgiriyê ji bo QSD’ê: Em ê bajarê xwe biparêzin
Li Minbicê ji bo piştgiriya QSD’ê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk radibe, meş hat lidarxistin û wiha hate gotin: “Em ê li gel hêzên xwe yên leşkerî bajarê xwe biparêzin û li pey şopa şehîdên xwe bin.” -
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê yekemîn çalakiya xwe li dar xist
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir, îro yekemîn çalakiya xwe li dar xist. -
Dewleta Tirk li Racoyê kesek cara duyemîn revand
Teşkîlata îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê welatiyek ku berê jî revandibû, cara duyemîn revand. -
Dewleta Tirk li Girê Spî ciwanek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ciwanekî ji eşîra Êla Cîs a Erebî qetil kir. -
Xelkê Şêrewayê li dijî tecrîdê meşiya
Xelkê Şêrewayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. -
HRE'yê bîlançoya mehekê eşkere kir: 11 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya çalakiyên li dijî dagirkerên dewleta Tirk a navbera 9'ê Tebaxê û 5'ê Îlonê eşkere kir. Hate ragihandin ku di çalakiyan de herî kêm 11 dagirker hatine kuştin. -
Gundekî Şerayê bi giranî tê bombekirin
Gundekî navçeya Şera ya kantona Efrînê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi hawan û obusan hate bombekirin. -
Çeteyan careke din hewl dan xwe berdin nava gundên Minbicê
Dewleta Tirk a dagirker careke din hewl da xwe berde nava gundên li bakurrojavayê Minbicê. Şerekî giran qewimî. -
Çeteyan li Minbicê derbeke din a giran xwarin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî gundê Denderiyê yên Minbicê kirin, derbeke giran ji şervanên Minbicê xwarin. -
Cenazeyê şehîd Abu Ebas bi merasîmeke girseyî li Sirînê hat veşartin
Xelkê navçeya Sirînê ji bo veşartina cenazeyê Şehîd Abu Ebas (Ebd El Îsa) berê xwe dan goristana Sirînê û li wir bi merasîmeke girseyî cenaze spartin axê. -
’Di vê sedsalê de em ê serkeftinê di nava rûpelên dîrokê de binivîsin’
Endamê Desteya Rêveberiya Giştî Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) Ehmed Xoce diyar kir wê di vê sedsalê de berxwedaniya Neteweya Demokratî bi ser bikeve. -
'Em ê nehêlin ku DAIŞ careke din li ser van axan serwer bibe'
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim derbarê Operasyona Xurtkirina Asayîşê de agahî da û diyar kir ku gelê Dêrazorê li gel wan e û ew ê nehêlin ku DAIŞ careke din li herêmê serdest bibe. -
Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li Dêrezorê bi dawî bû
QSD′ê ragihand ku Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê li Dêrezorê bi dawî bûye û da zanîn ku di operasyonê de 29 çete hatine kuştin, 25 şervan û 9 sivîl jî şehîd bûne." -
Li Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî hatin veşartin
Li Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî El Elî û Mehmûd El Hecac hatin veşartin. -
Êrîşên li ser Minbicê hatin têkbirin, gundên Til Temirê têne bombekirin
Êrîşa berfireh a bejahî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku doh bi şev li gundên li bakurrojavayê Minbicê kirin, hate têkbirin. Gundên li bakur û rojavayê Til Temirê jî têne bombekirin. -
QSD’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
QSD′ê nasnameya 2 şervanên xwe yên di operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûne eşkere kir. -
Cenazeyê Şehîd El Mihemed hat veşartin
Xelkê Reqayê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Hisên Hesen El Miheme veşart û got ku wê li parastina destkeftiyên şoreşê dewam bike. -
Hewldana êrîşa li ser Minbicê hate têkbirin: 5 çete hatin kuştin
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dema çeteyên girêdayî dewleta Tirk hewldan êrişê nuqteyên hêzên wan ên li gundên bakurê Minbicê bikin, hatin têkbirin û 5 çete hatin kuştin. -
Fermandar Bozan Berkel li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şêniyên Kobanê bi merasîmeke girseyî Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Bozan Berkel spart axê, ku di encama êrîşeke bombeyî de şehîd bû. -
Rûspiyên eşîrên herêmên Firatê piştgirî dan operasyona QSD’ê
Rûspiyên eşîrên herêma Firatê gotin, "Em bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe yek in û divê serokeşîr û rûspiyên Dêrazorê ji fîtneyê hişyar bin" û ji bo operasyona QSD'ê banga piştgiriyeke xurt kirin.