ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hêzên Şamê bi çekê êrîşî çalakvanan kir
Hêzên hikûmeta Şamê gule berdan çalakvanên ku beşdarî xwepêşandanan bûn. -
Dagirkeran gundê Bînê bombebaran kir
Dagirkeran gundê Bînê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir. -
MSD'ê li ser çalakiyên li Sûriyeyê daxuyanî da
MSD'ê piştgirî da çalakiyên gel ên li Sûriyeyê, êrîşên li dijî gel şermezar kir û ji bo çareseriya siyasî bang kir. -
Xebatkarê Jin TV ê hate qetilkirin wê Şemiyê bê veşartin
Xebatkarê Jin TV Necmeddîn Feysel ku bi êrîşa dewleta Tirk hate qetilkirin, roja Şemiyê wê bê veşartin. -
Êrîşa dewleta Tirk a li ser rojnamevanan hate şermezarkirin
Rojnamevanên li Qamişloyê li hev kom bûn, êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan şermezar kirin. -
YRA'yê êrîşa dewleta Tirk a li ser kedkarên çapemeniyê şermezar kir
"Em ji sazî û dezgehên mafê mirovan û di serî de yên ji parastina rojnamevanan berpirsyar in daxwaz dikin ku erka xwe ya wijdanî pêk bînin û li hember hedefgirtina dewleta Tirk ji rojnamevan û sivîlên herêmê re bê deng nemînin.” -
Rêveberiya Xweser êrîşa dewleta Tirk a bi ser rojnamevanan de şermezar kir
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşa dewleta Tirk a bi ser nûçegihanên JIN TV’yê de şermezar kir û ji raya giştî ya navneteweyî xwest ku ji vê hovîtiyê re bibêje bes e. -
Di êrîşa li ser rêya Qamişlo-Amûdê de şehîd û birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta JIN TV bomberan kir. Necmedîn Feysel Hec Sînan ku wesatiyê diajot şehîd bû û nûçegihanek birîndar bû. -
Dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê li wesatiyek xist
Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker îro di saetên piştî nîvro de li nêzî rêya gundê Til Şiîr yê li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîtek bombebaran kir. -
Gundê Elqemiyê bi balafira bêmirov hate bombekirin
Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker gundê Elqemiyê yê navçeya Şerayê bombe kir. -
Xelkê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Zîn Sekvan re xwest
Şêniyên Kobanê û nûnerên saziyên herêmê bi rengekî girseyî serdana malbata Zîn Sekvan (Roşîn Elî) kir û sersaxî ji malbatê re xwest. -
Jinên Minbicê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya jinên Minbicê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat kirin. -
Gaziyên Şer: Divê hemû Kurdistan ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser piyan
Gaziyên şer ên kantona Efrîn û Şehbayê gotin, "Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan divê hemû Kurdistan rabe ser piyan." -
Xelkê Tebqayê berxwedana QSD’ê silav kir
Xelkê Tebqayê bi meşekê berxwedana QSD’ê silav kir. -
‘ENKS li ser xeta xiyanetê ya PDK'ê dimeşe’
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd diyar kir ku ENKS heman riya PDK'ê ya xiyanetkariya li dijî Kurdan dimeşîne û got ku divê ew jî bi bilindkirina asta berxwedana xwe li hemberî vê xiyanetê bisekinin. -
Şehîd Zîn Sekvan bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê Endama Hêzên Rizgariya Efrînê Zîn Sekvan (Roşîn Elî) li Herêma Firatê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
YPJ'ê şehadeta şervaneke xwe ragihand
YPJ'ê ragihand ku şervana wan Rîm Elî El Casim di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûye û got, "Weke hevrêyên Rîm, em ê her tim bi xurtkirin û bilindkirina yekîtiya jinên Kurd û Ereb parastina axa xwe bikin." -
Îsraîlê bombe li derdora Şamê barand
Derdora Şamê hate bombekirin. SOHR'ê ragihand ku bombardûman ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. -
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Serhan hat veşartin
Li navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sewadî Meter Serhan hat veşartin. -
'Rêber Apo çavê me bi azadiyê ronî kir'
Dayîka Şehîd Barîn Cîhan Bozan diyar kir ku dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê şansekî mezin bû û got: "Fikrên Rêbertî ji bo tevahî gelê bindest e, ji bo azadiya jinê ye. Rêber Apo jin a kole rizgar kir û çavê me bi azadiyê ronî kir." -
HRE'yê nasnameya şehîdekê eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Zîn Sekvan 18'ê Tebaxê di encama êrişeke xedar a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. -
Dewleta Tirk 2 leşkerên Şamê kuştin
Dewleta tirk êrişî noqteya hêzên rejîma Şamê yên li Minbicê kir. Di êrişê de 2 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. -
Cenazeyê şehîd Xalid Xemîs li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê ku di encama qezaya trafîkê de şehîd bû, îro li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê hat veşartin. -
Osman Hec Elî jiyana xwe ji dest da
Osman Hec Elî ku salên dirêj ked da têkoşîna azadiya Kurd, ji ber xwîn çû ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da. -
Dagirkeran 2 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 2 kes revand.