QSD: 3 çeteyên ku êrişî hêzên me kirin, hatin girtin
QSD`ê ragihand ku di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî dewriyeyeke wan de, şervanek û jinek şehîd bûne û hinek welatiyên din birîndar bûne. QSD′ê got, 3 êrişkar hatine girtin.
QSD`ê ragihand ku di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî dewriyeyeke wan de, şervanek û jinek şehîd bûne û hinek welatiyên din birîndar bûne. QSD′ê got, 3 êrişkar hatine girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) agahiyên din der barê roja sêyemîn a operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de li ser malpera xwe ya fermî parve kir.
Navendê da zanîn ku 3 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin û di nav wan de serçeteyek heye. Ev çete bi hinek çeteyên din re li gundê Seda yê li ser rêya di navbera bajarokê El Sewr û Megredeyê de li bakurê Dêrazorê êriş dewriyeyeke QSD`ê kirin.
Li gor navendê, hêzê çekên di destê êrişkeran de desteser kirine. Herwiha eşkere kir ku di êrişê de şervanek û jinek şehîd bûne û gelek gundî birîndar bûne.
Bi vê daneyê re hejmara çeteyên ku QSD`ê ji destpêka operasyonê ve di 27`ê Tebaxê de, girtina gihişt 11 çeteyan û 8 bazirganên narkotîkê û 3 çeteyên êrişker hatin kuştin.