Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundewarê Dêrazorê dabû destpêkirin, di roja 4`emîn de didome. Navenda Ragihandinê ya QSD`ê diyar kir ku operasyon li gorî plana jê re hatî danîn bi rêve diçe.
Operasyonê ji 3 baskan ve dest pê kir; baskê yekemîn li gundewarê bakurê Dêrazorê ye ji navçeya Sorê bigire û heta çemê Firatê û herêma 7 Kîlo digire nava xwe, baskê duyemîn li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye û ji navçeyên girêdayî bajarokê Bisêra û heta sînorên Sûriye-Iraqê li bajarokê Baxozê digire nava xwe, baskê sêyem jî li gundewarê rojavayê Dêrazorê ji çarxerêya Mamil û heta herêmên îdarî yên girêdayî Reqayê digire nava xwe.
Di roja yekemîn a operasyonê de, hêzên QSD`ê armancên operasyonê li baskê sêyemîn “gundewarê rojavayê Dêrazorê” pêk anîn. Di wê çarçoveyê de 5 çeteyên DAIŞ`ê, 8 bazirganên hişbirê hatin girtin û 3 kesên êrişî hêzên operasyonê kirin, hatin kuştin.
Di roja duyemîn de jî, QSD`ê giranî da gundewarên bakur û rojhilatê Dêrazorê. Her wiha operasyonên xwe li wan herêman berfireh kirin. Li gorî daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî mijarê, di operasyonê de “êrişkarên ku êrişî hêzên operasyonê kiribûn, bazirganên hişbirê û kesên ku zilm li sivîlan kirine jî hatine hedefgirtin.”
Di wê çarçoveyê de, bi taybet li baskê yekemîn “gundewarê bakurê Dêrazorê” li ser rêya El Ezbê-Konîko 3 çeteyên DAIŞ`ê yên hewl da birevin, hatin girtin. Her wiha di operasyona serdegirtinê de 2 bazirganên hişbirê hatin girtin û miqdareke madeyên hişbirê yên bi wan re hatin desteserkirin.
Di roja sêyemîn de hêzên operasyonê li bajaroka El Seede ya li bakurê Dêrazorê rastî êrişa çekdarî hatin. Di encamê de şervanekî QSD`ê û jinek şehîd bûn, hejmareke welatiyên li cihê êrişê bûn jî birîndar bûn.
Hêzên Sûriya Demokratîk bersiva êrişê da û 3 çeteyên DAIŞ`ê ku yek ji wan serçete bû, hatin girtin.
Piştî êrişa li dijî hêzên QSD`ê û li beramberî tevlîheviya ku li gundewarên rojhilat û bakurê Dêrazorê derketiye ku hin saziyên sivîl û rê hatibûn girtin û êrişkirina QSD`ê hatibû teşwîqkirin, tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û çarçoveya operasyonên hat berfirehkirin.
Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” îro di roja xwe ya çaremîn de li baskê yekemîn “gundewarê bakurê Dêrazorê” û hin parçeyên baskê duyemîn “gundewarê rojhilat” dewam dike. Şervanên beşdarî operasyonê bûne ji ajansa me re diyar kirin ku operasyon baş bi rêve diçe, çarçoveya armancên wê hatiye berfirehkirin.
Bi giştî, heta niha di çarçoveya operasyonê de 11 çeteyên DAIŞ`, 10 bazirganên hişbirê hatine girtin, 3 êrişkar hatin kuştin. Her wiha di êrişa çekdar û çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî hêzên operasyonê de jî şervanekî QSD`ê û jinek şehîd bûn, hejmareke welatiyan jî birîndar bû.
Li gundewarê rojavayê Dêrazorê û rûberên berireh ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê jiyan asayî ye.